Leşkeran dahl û rezên gundiyan şewitand

MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbinê piştî Walîtiya Mêrdîne li 3 gundên Nisêbînê Qedexeya Derketina Derve ilan kir, leşkeran dahl û rezên gundiyan gule baran kir. Di gulebaranê de 10 hektar dahl û rezên welatiyan şewitin.

Walîtiya Mêrdinê di 27’ê tîrmehê de di malpera xwe ya fermî de daxuyand ku li gundê Sitîlîlê Kurikêstlîlê û Hebîsê ên girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan îlan kiriye. Piştî qedexe hat îlankirin leşkerên derketin operasyone guleyên bi agir avêtin zeviyên gundê Sitîlîlê. Di gulebaran û top avêtinê de agir bi zevî, dehl û rezên welatiyan ket. Di şewatê de 10 hektar zeviyên welatiyan ên ji darên trî, gwîz, kizwan, berû û darên din pêk dihat tev şewitî.

Waliyê Mêrdînê di 27'ê Tîrmehê de di malpera xwe ya fermî de daxuyand ku ji seet 15.30’an ve qedexeya derketina kolanan li herse gundan hatiye rakirin. Duh piştî seet 15.30’an ku qedexe hat rakirin gel bi derfetên xwe agir temirandin.