Ustun: Sedema mudaxaleya ekosistema daristanan şer e

ÎZMÎR – Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê 2'emin Komxebata Daristanê pêk anî. Di komxebatê de Berpirsa Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku sedema sereke ya mudaxaleya ekosîstema daristanan şerê gerdûnî ye.

Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 2'emin Komxebata Daristanê, li Salona Pêşengehê ya Topkule ya Îzmirê pêk anî. Di komxebatê de Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, Berpirsa Ekolojiyê ya HDP'ê û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun û gelek ekolojist amade bûn. Di beşa duyemîn de Berpirsa Ekolojiyê ya HDP'ê û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun sernavê mijarên "Mudaxaleya ekosistema daristanan û encamên ekolojik" pêşkêş kir. Endezyarê Daristanê Yucel Çaglar jî sernavê “Dema daristan tê gotin em çi fam dikin dibînin û dizanin" pêşkêş kir.

Di beşa duyemîn de Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku ew bi biryarin jiyana nu ava bikin û wiha got: "Li herêma Ege û Kurdistanê bi hekaran dolim daristan pêş bi pêt dişewite. Hemû zindî, ruhber û bê ruhber tev dişewetin. Em wekî HDP û HDK'ê bi biryarin jiyanê azad bikin û ji nuve li ser koka wê ava bikin. Em bi biryarin pergala Ekolojîk û ekosistemê ava bikin. Dema em behsa ekolojiyê dikin em behsa ruhber û ne ruhberan dikin. Me wekî tevahî digirin dest. Ekosistem, tevî dar û axê pergalek tevahî ye. Em dibînin daristan bi biryarên siyasî tê tunekirin. Daristan parzûnê cîhanê ye. Ger ku parzûn bê qetandin, hevsenga jiyana xwezayî jî xera dibe. Piştî hêzên xwedî sermaye ketin nava liv û tevgerê û hevsengiya ekosistemê xera kirin. Her ku diçe qada cihanê talan û wêran dibe.
Divê tu carî em daristanê bi daran bi sînor nekin. Dar, ax, av u sewalên di navde hemû yekpare ne.

SEDEMA SEREKE YA MUDAXALEYA DARISTANAN ŞER E

Ustun, anî zinan ku şer tenê ji çekdarî pêk nayê û wiha got: "Şerê nadanê, şerê RES, JES tev daristan û xwezayê talan dike û wêran dike. Avakirina RES, JES, kanên madenê tev rêbaza şer e. Hemû xwezayê talan dike û wêran dike.

Em dibînin ku li Tirkiye 6 hezar û 860 hektar qada daristanê tev şewitî. Ev rêbazek şer e. Dîsa li Kurdistanê li Lice, Dersim daristan tê şewitandin.

Endezyarê Daristanê Yucel Çaglar jî anî ziman ku şewat û vemirandina daristanê heta niha şaş û teng hatiye destgirtin û xwest ev nerîn bê guhertin û ji nûve niqaşek li ser bê meşandin.

ŞAWATA DARISTANÊ Û XERAKIRINA SÛRÊ HEMAN AQIL E

Aktivista Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Guner Yanliç, diyar kir ku ji bo qadên mîmarê bên vekirin bi zanebûn daristan tê şewitandin. Yanliç, anî ziman ku çawa li 2 taxên Sûrê tevî ku şer tune bû jî niha tê xerakirin şewata daristanan jî heman hişmendî û aqil e. Yanliç, anî ziman ku piştî OHAL hat îlan kirin û şûnde qada xebatê li wan teng bûye û wiha got: "Li Sûrê hêj qedexeya derketina kolanan didome. Li gel li 2 taxan şer tune jî dîsa tax tên xerakirin. Ji bo rê li rantê vekin bi zanebûn welatiyan derdixin û xaniyan xera dikin. Dixwazin baxçeyê hewselê ji rantê re vekin.

Endezyarê Daristanê Besim Sertok, jî anî ziman ku piştî dîroka Komarê di daristan û daristanvaniyê de têgeha “Daristaniya Dewletê û Daristaniya kapitalist/dewletê" tê bi navkirin. Sertok, destnîşan kir ku heta salên 1980'an û piştî salên 80 nerîna li hemberî daristanê hatiye guhertin.