MANÎSA- Li gundê Akgedîkê, ji bo çêkirina tesîsa dawerivandinê ya ji bo jîngehên TOKÎ'yê, hat xwestin ku darên çamê yên 10 salan ji binî ve bên rakirin. Jinên gund ku li hemberî vê derketin û li pêş kemçeyan rawestiyan gotin ku ew ê heta dawî bitêkoşin.
Li têketina gundê Akgedîk ê girêdayî navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê, ji bo çêkirina tesîsa dawerivandinê ya ji bo jîngehên TOKÎ'yê, şaredariya navçeyê ya AKP'î xwest ku darên çaman ên 10 salan ji kokê ve rabike. Jinên ku li hemberî rakirina daran derketin, li pêş kemçeyan û daran rûniştin û nehiştin dar bên rakirin. Lê belê bi alîkariya cendirme û polîsên ku herêm dorpêçkirin dar hatin rakirin. Gundiyên ku nikaribûn rakirina daran asteng bikin, niha ji bo tesîs neyê çêkirin serî li Dadgeha Îdarî ya Manîsayê dane.
Gundî li cihê ku kemçe lê dixebitin nobetê digirin û pêşengiya gundiyan jî jinên gund dikin. Gundiyan anî ziman ku cara ewil e ku ew wisa li ber xwe didin.
'WÊ TESÎSA DAWERIVANDINÊ HER DERÎ BIHERIMÎNE'
Emîne Baykiran, anî ziman ku berî ku kolandin dest pê bike, dema wê dîtiye kemçe derbas bûye li keya geriyaye û paşê dema dîtiye ku kemçe daran radike wê demildest hayê gundiyan pê xistiye.
Baykiran, anî ziman ku dema gundiyan bihîstiye darên çaman tên rakirin ber bi qadê ve herikîne. Baykiran, diyar kir ku jinan dora kemçeyê girtiye û rakirina daran rawestandine. Baykiran, dest nîşan kir ku ew naxwazin li gundê wan tesîsa dawerivandinê bê çêkirin û wiha axivî: "10 sal berê me ew çam bi destê xwe danîn. Bermayiyên ku dê ji tesîsê derkevin dê çem biherîmînin. Gundî di wî çemî de avjeniyê dikin. Em ê ji ber bêhnê nerihet bibin. Paşê dê bêhn berbelavî her derî bibe. Me du rojan li ber xwe da û roja dinê demildest me bi riya parêzeran serî li dadgehê da."
‘POLÎSAN BI TAHMDANÊ EM DERXISTIN'
Baykiran, anî ziman ku polîsan bi tahmdanê ew ji qadê derxistine û wiha domand: "Wek colê pez em derxistin. Ji me re gotin 'Jixwe tiştê bûye bûye, êdî em nikarin kolandinê bidin sekinandin. Di dest me de belge hene.' Meh û nîvek berê hatibûn. Keya wan dibîne û asteng dike. Heke ne ji keya bûna dê wê çaxê hemûyan rakiranan." Baykiran, dest nîşan kir ku ew ê şopdarê doza ku wan vekiriye bin û encam çi dibe bila bibe ew ê li ber xwe bidin.
‘ME GOT EM NAXWAZÊN, LÊ GUH NEDAN ME'
Nazli Bîlgîn jî anî ziman ku dema wê li nav baxçeyê xwe fêkî berhev dikirin, bihsîtiye ku dar tên rakirin û demildest wê dev ji hemû karê xwe berdaye û tevî jinan berê xwe daye qadê. Bîlgîn, got ku wan ji cendirme û polîsan re gotiye ku ew naxwazin tesîsa dawerivandinê bê çêkirin, lê belê guh nedane wan.
Bîlgîn, diyar kir ku li ser vê wan dest bi nobetê kiriye û wiha domand: "Me heta êvarî li ber xwe da. Roja dinê jî me destûra wan neda. berevarkî, me hemûyan ji qadê derxist. Wê roje me jinan li hemberî vê rewşê li ber xwe da. Me mafê xwe parast û em ê li benda biryara dadgehê bin."