STENBOL - Parastina Daristanên Bakur (KOS), têkildarî felaketa lehiyê ku li Stenbolê rû da, ji bo balê bikişînin ser kemasiyên Şaredariye, li pêş Şaredariya Fatihê daxuyaniye da. Parastinê diyar kir ku berpirsiyar Şaredariya Bajarê Mezin e û xwest şaredarê Stenbolê îstifa bike.
Parastina Daristanên Bakur (KOS), têkildarî felaketa lehiyê ku li Stenbolê rû da, ji bo balê bikişînin ser kemasiyên Şaredariye, li pêş Şaredariya Fatihê daxuyaniye da çapemeniyê. KOS, diyar kir ku kemasî aydî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye û xwest îstîfa bike. Li ser navê KOS'ê Deniz Yazli daxuyanî da û diyar kir ku berpirsiyarê lehiyê û felaketa li Stenbole rabû Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye û xwest şaredarî îstîfa bike.