MUGLA – Li navçeya Bodrumê ya Muglayê tevî biryara meclîsa şaredariyê û dadgeha herêmî ya "Hilweşandinê" dîsa li Herêma Gerişê turbina RES'ê hat avakirin. Welatiyên Gerîşê diyar kirin ku bêyî ceyran dibe, lê bê ax nabe. Welatiyan anîn ziman ku ger hiqûq bi encam nebe ew dê hiqûqa xwe pêk bînin.
Şîrketa Hilberîna Ceyranê, li herêma Gerişê ya Navçeya Bodruma Muglayê ku cihekî dîrokî û çandî ye, ji bo Santralên Ceyrana Ba (RES) ji 13 Turbinan dîrekê 4 turbînan hatin çikilandin. Li gel ku Dadgeha Îdarî ya Herêma Îzmire û Meclîsa Şaredariya Bodrumê biryara "hilweşandinê" dan jî dîsa avakirina turbînan tê çêkirin. Gelê Gerîşê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew destûr nadin ku ji bo RES'ê dîrekên turbînan bê avakirin. Welatiyan anîn ziman ku ger hiqûq nekeve meriyetê û daxwazên wan li ber çavan nayê girtin ew dê hiqûqa xwe ya herêmî têxin meriyetê.
ZERARÊ DIDIN EKOLOJIYÊ
Serokê komeleya Parastina Derdorê û Çanda Girava Bodrumê Mustafa Tanişik, diyar kir ku RES tenduristiya mirovan xera dike û hevsengiya ekolojiye xera dike. Tanişik, anî ziman ku Geriş di asta yekem a qada SÎT'ê de ye û xwest li vir RES neyên avakirin. Tanişik, da zanîn ku bêyî agahiya welatiyan bi awayekî veşartî bingeha RES'ê avêtin û li dijî fermiyetê vê yekê dikin.
Tanişik, ani ziman ku ev proje bê ruhsat û korsan in û wiha got: "Em wekî gele herêmê destur nadin vê yekê. Heta niha 4 turbîn hatin çikilandin. Bi van RES'an dê nexşeya bajar xera bibe. Ji ber van RES'an dê mêş, moz, pelçimok tev tune bibin.
DÊ ÇANDA ME TUNE BIBE
Welatî Halil Aktaş jî anî ziman ku di bin RES'an de zeytûn nayên komkirin û wiha got: "Disa ji ber RES’an darên zeytûnan tune dibin. Darên me yên hejîran şikestin. Êdi em nikarin li vir zeytûnan kom bikin. Li vir dîrok û çanda me dê tune bibe. Heta niha me baweriya xwe ji edalet û hiqûqê anî. Lê ew hiquqê nas nakin em jî nas nakin. 200 metre li rojavayê RES’ê gora 2 hezar salî heye. Ew ji tune bû. 800 darên me yên zeytûnan tune dibin. Ji niha û şûnde gelê Gerîşê dê bi xwe edaleta xwe pêk bîne.
BÊ CEYRAN DIBE BÊ AX NABE
Welatî Bayram Ali Kayacan jî bertekên xwe yên li dijî RES'ê anî ziman û diyar kir ku bê ceyran û RES dibe, lê bê ax û bê dar û ber nabe.
Kayacan, destnîşan kir ku beyi agahiya wî axa wî îstîmlaq kirin qada wî desteser kirine. Karacan, anî ziman ku dibêjin Bodrum bihişt e, lê dilê Bodrumê perçe dikin.
Gokhan Oner / Rûken Demir - dihaber