MÊRSÎN - Ji ber bermayiyên li perava Karadûvarê, çeşîtdariya masiyan daketiya heta ji sedî 50'î. Masîvan ji ber guhnedêriya rayedaran bi gilî û gazinc in.
Ji ber ku bermayiyên fabrîkaya ku li Taxa Karadûvar a navçeya Akdenîz a Mersînê, li behrê tên valakirin behr qirêjî dibe. Ji ber madeyên kîmyewî yên bermayiyan, rengê behrê guheriye û her wiha ev rewş bi xwe re tunebûyîna çeşîtdariya masiyan tîne.
Masîvanên li perava Karadûvarê masîvaniyê dikin, ji ber bêeleqe û guhnedêriya rayedaran bi gilî û gazinc in.
'BERMAYÎ ÇEŞÎTDARIYA MASIYAN TUNE DIKE'
Ferdi Çîmen ku 25 sal in bi masîvaniyê debara xwe dike û li Karadûvarê dijî, anî ziman ku ji ber bermayiyên kîmyewî yên ku fabrîkayên li derdorê li robaran dirijînin, êdî masîvanî ne wek berê ye. Çîmen, diyar kir ku ji ber bermayiyên Kizilca Plastîk, Battular Plastîk, Fabrîkaya Ava Fêkiyan a Etopê, Fabrîkaya Beqliyatê ya Başhanê û bermayiyên Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê gelek masiyên di nav robar û behrê de mirine û ji ber vê her ku diçe çeşîtdariya masiyan tune dibe.
‘FABRÎKA NAYÊN VENÊHARTIN'
Çîmen, anî ziman ku fabrîka bermayiyên xwe bi boriyên mezin li robaran vala dikin û wiha got: "Bi awayekî zêde bêhneke genî ji robar û behrê tê. Sedema vê qirêjiyê ji ber nevenêhartina fabrîkayan e. Perav şolî ne û herî ne." Çîmen, anî ziman ku berê li Karadûvarê masîvanî zaf baş bû, lê belê bi avakirina fabrîkayan êdî ne wek berê ye û hema bêje çeşîtdariya masiyan ji sedî 50 ketiye. Çîmen xwest demildest dawî li vê rewşê bê.
Masîvan Aytaç Almiş jî, qirêjiya behrê tenê ne li pêşberî zevtkirina masiyan li hemberî ketina behrê jî asteng e. Almiş, diyar kir ku li hemberî bermayiyên fabrîkayan û qirêjiya behrê tu tevdîr nehatine girtin û wiha got: "Tê gotin ku her sal li hemberî bermayiyên kîmyewî xebat tên kirin, lê tu encam nehatine wergirtin. Xwezî bi qedexekirina nêçira masiyan bermayiyên fabrîkaya jî qedexe bikiranan. Li vê herêmê ji ber fabrîkayan bêhna ku em distînin jî qirêjî ye." Almiş, dest nîşan kir ku ji ber vê gelek kesên li Karadûvarê masîvanî dikirin dev ji masîvaniyê berdane û çûne. Almiş wiha axivî: "Her wiha di masiyên vir de madeyên kanserojen jî hene. Tenê derdê me qirêjiya behrê ye û em dixwazin rayedar pê eleqedar bibin."