RIHA - Xwediyê Fabrîkaya Çîmento ya Rihayê Holdînga Lîmakê dixwaze li qada hevpar a gundên Rihayê ocaxa marnê çêbike. Ji bo çêkirina vê ocaxê jî hewl dide ku 15 milyon darên fisteqan û mêrga ku gund heywanokên xwe lê diçêrînin tune bike. Ji bo projeya ocaxên marnê dewlet seferber bû.
Fabrîkaya Çîmentoyê ya aîdî Holdînga Lîmakê ji sala 2015'an ve hewl dide ku li mêrga hevpar a gundên Qirpiyar û Qûzlugê yên navçeya Karakopru ya Rihayê ocaxa marnê (madeya xam a çîmentoyê) çêbike. Welatiyên tax û gundên herêmê ku debara xwe bi darên fisteqan û sewalvaniyê dikin, anîn ziman ku heke mêrg veguhere ocaxa marnê dê 15 milyon darên fisteqan û sewalkarî bi talûkeyê re rû bi rû bimînin. Welatiyan, dest nîşan kir ku wan hevdîtin bi hemû saziyên dewletê re çêkiriye, lê belê hemû hevdîtin jî bi awayekî neyînî bi encam bûne.
LÎMAKÊ RAPORA ÇEDÊ WERGIRT, DÊ DARÊN FISTEQAN Û SEWALKARÎ BIMIRE
Keyayê gundê Qirpiyarê Emîn Parmaksiz, anî ziman ku Holdînga Lîmakê ji sala 2015'an ve çav berdaye mêrgên wan, lê belê ev mêrg ji bo herêmê zaf girîng e. Parmaksiz, diyar kir ku heke merayê veguherînin ocaxa marnê, dê hevsenga xwezayê biguhere, dê av bêtir dakeve kûrahiyê û dê bandorê li avhewayê bike. Parmaksiz, da zanîn ku welatiyên gundên derdorê debara xwe bi baxçeyên fisteqan û sewalkariyê dikin, lê heke ocax bê vekirin dê fisteq û sewalkarî biqede. Parmaksiz, diyar kir ku ji bo mêrgê bikin daristan wan serî li Gerînendetiya Giştî ya Daristanê daye, lê belê ev 3 sal in ku dosye ji bo Holdînga Lîmakê li Gerînendetiya Giştî ya Daristanê tê rawestandin. Parmaksiz, diyar kir ku Holdînga Lîmakê rapora ÇED'ê wergirtiye, lê ji bo xwe ji bertekan veşêre kirarî bi dizî kirine.
LÎMAK LI HERÊMÊ BI CIH BÛYE, RIYA KOÇBERIYÊ DIXUYÊ
Parmaksiz, got ku Holdînga Lîmakê çend sal berê mêrga gundê Tilmana Biçûk veguherandiye ocaxa qûmê û ev yek zirarê dide baxçeyên fisteqan û sewalkariya li herêmê. Parmaksiz, diyar kir ku li mêrga ku veguherandin ocaxa qûmê, 2 rojên carekê bi dînamîtan teqînên mezin tên çêkirin û ji ber van teqînan derûniya zarokên li herêmê xerabûye û ji ber hejînê malên derdorê zirar dîtine. Parmaksiz, diyar kir ku heke ew mêrga xwe bidin, dê herêm zaf xerab bibe û dê koçberiya ji mecbûrî dest pê bike.
DEWLET JI BO LÎMAKÊ DIXEBITE
Niştecihê gundê Qirpiyarê Azîz Pakir jî, diyar kir ku armanca wan tenê parastina mêrga wan e. Pakir, dest nîşan kir ku ji sala 2015'an ve ew hewl didin ku mêrga xwe radestî Holdînga Lîmakê nekin. Pakir wiha axivî: "Me hîn jî fêm nekiriye ku Lîmak çawa rapora ÇED'ê wergirt. Li herêmê bi hezaran mirov dijîn. Ma dewlet li van mirovan nafikire, li pişt vê nelirêtiyê kî heye? Wezareta Çandinî û Sewalkariyê heye? Divê ev bên aşkerekirin." Pakir diyar kir ku ew naxwazin qanûna darên zeytûnan têkeve rojevê. Pakir got ku heke qanûna darên zeytûnan bê qebûlkirin, dê li hemberî Holdînga Lîmakê neçar bimînin. Pakir, dest nîşan kir ku ji dêvla ku dewlet Holdînga Lîmakê veguhêzîne pîşesaziya organîzeyê, mayîndebûna holdîngê peyda dike.
DEWLET JI BO LÎMAKÊ SEFERBER BÛ
Mêrga ku dê bandorê li gundên Qirpiyar, Qûzlug, Semkulu, Yarimtepe, Agcehesar, Şemsikan, Silugli, Tilman, Sêwêran û hwd. bike, ji bo tahsîsî LÎMAK'ê bê kirin liv û tevger hene. 3 sal berê ji bo dar lê bên çandin gelê herêmê serî li Gerînendetiya Giştî ya Daristanê da, lê belê Holdînga Lîmakê rapor berpêşî Komîsyona Mêrgan a Bajêr a Gerînendetiya Çandinî û Sewalkariyê kir û di raporê diyar kir ku ew dixwaze vê mêrgê wek ocaxa marnê bi kar bîne. Rapora Lîmakê bi tesdîqa Walîtiya Rihayê di 30'yê Kanûna 2015'an de hat qebûlkirin. Li ser vê gelê herêmê bi Gerînendetiya Bajêr a Bajarsaziyê ya Rihayê û Walîtiya Rihayê re civîn çêkirin. Her çi qas di van civînan de gelê herêmê nexwest mêrga wan bibe ocaxa marnê, lê rayedar wesfa qada mêrgî guherandin û projeya ji bo avakirina ocaxa marnê hat tesdîqkirin.