STENBOL – ÎBB, li Parka Gezî ya Taksîmê nêzî 15 daran birî û pişt re jî koka wan ji bin erde derxist.
Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a STenbolê li Parka Gezî ya Taksîmê di saetên serê sibê de 15 dar bîrin. Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) dar birîn û koka wan rakirin. Welatiyan bertek nîşanî birîna daran dan û xebatkarên ÎBB’ê bi gotina “Me darên hişk û pûç bûne birîn” bersiva welatiyan dan. Welatiyên derdorê gotin ku darên hatine birîn zindî bûne.
‘DARAN QETIL DIKIN’
Li aliyê din Parlamenterê CHP’ê Tuncay Ozkan li ser hesabê medya civakî twîtterê daxuyanî da û wiha got: “Li Parka Geziyê qetliyama daran heye. Çima bi sînirên civakê dileyîzin? Çima ev dar we aciz dikin.”