AYDIN – Ekolojîst, li Aydinê bi boneya texrîbatên ekolojîk ên li Tirkiyê, têkoşîna ekolojiyê û reyên çareseriyê nîqaş bikin li hev kom bûn.
Platforma Hawîrdorê ya Kuşadasi-Soke û Komeleya Çand û Hawîrdorê ya Aydinê (AYÇEP) ji bo pirsgirêkên hawîrdorê biaxivin li gundê Caferlî yê bi ser navçeya Kuşadasi ya Aydinê ve li hev kom bûn. Ekolojist di dorpêça polîsan de li hev kom bûn û kermesa hunera kincan, xişr û xwarinên cûr bi cûr hat avakirin. Pankartê “Ji talana bajêr û xwezayê re na” li gund hat daliqandin û gelek nivîskaran pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze kirin. Piştî gelek pêşandanên hunerî panel hatin li darxistin.
Ewil panela bi mijara “Rêveberiyên herêmî û hestiyariya hawîrdorê” hat li darxistin û Serokê Şaredariya Kuşadasi Ozer Kayali û Serokê Şaredariya Seferhîsar Tunç Soyer axivîn û behsa talanên hawîrdorê û xebatên rêveberên herêmî kirin. Dê panela bi ser mijara “JES û li ser herêma me bandorên wê” dê li dar bixin. Dê Serokê AYÇEP’ê Mehmet Vergili mijara “Ji gelê herêmê dozên JES’ê” peşkeş bike. Dê gelek ekolojîst jî li ser rewşa ekolojiyê zanyariyên xwe peşkeş bikin.
Dê piştî axaftinan hevdîtina li gund bi konser dayîna Tolga Çandar bi dawî bibe.