‘Dê îhaleya YEKA'yê ne enerjiya paqij, ya qirêj hilberîne'

ÎZMÎR - Ekolojîst Ertûgrûl Barka, îhaleya YEKA ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî nirxand. Barka, got ku projeyên ku wek enerjiyên paqij tên berpêşkirin, dê ji bo hilberandina enrejiyeke qirêjtir bên bikaranîn.

Îhaleya Qadên Enerjiya Bayî û Çavkaniyên Enerjiyên Nûkirî (YEKA) ya Wezareta Enerjî û Çavakniyên Xwezayî roja berê hat çêkirin. Tirk, Sîemensa aîdî Almanyayê û Konsorsîyûma Kalyonê îhaleyê qezenc kirin. Tê diyarkirin ku dê Konsorsîyûm bi veberhênaniyeke zêdeyî 100 milyon dolarî kapasîteya enerjiya bayî ya 1000 megavatî çêbike û bi fabrîkayên ku dê bên çêkirin re dê li herêmên cuda 300-450 trîbunên bayî bên çêkirin. Ekolojîst Ertûgrûl Barka, îhaleya wezaretê nirxand.

‘DÊ JI BO ENERJIYEKE QIRÊJ BÊ BIKARANÎN'

Barka, diyar kir ku sermayeya kûrewî li Ewropayê veberhênaniya ku dê bibe sedema rûxandinên ekolojîk û qirêjiya derdorê nakin, ev yek bi destê welatên Ewropayê li welatên ku di warê polîtîk, aborî û leşkerî de di bin nîrên wan de ne dikin. Barka, anî ziman ku Tirkiye bi enerjiya qirêj a Ewropayê bûye navenda veberhênaniyên ku dibin sedema texrîbata ekolojîk. Barka ku got "Xwazî bila ji çavkaniyên fosîl be, xwazî jî bila ew enerjiya ku tim ji me re digotin 'paqij' e be" dest nîşan kir ku, divê baş bê dîtin ku ka ew enerjiya jê re dibêjin 'paqij' e li ku tê bikaranîn. Barka wiha got: "Bi vê enerjiya ku jê re dibêjin paqij e, ji bo kapasîteyê zêde bikin, dê enerjiyeke qirêj bê hilberandin." Barka, diyar kir ku enerjiya ku dê bê hilberandin, dê di sektorên hesin, pola û madenvaniyê ku rê li ber texrîbata ekolojîk vedikin bê bikaranîn. Barka, got ku bi veberhênaniyên ku rê li ber texrîbata ekolojiyê vedikin zemîna zêdekirina kapasîteyê tê peydekirin.

‘PEYMANÊN NAVNETEWÎ DEREW IN'

Barka, balê kişand ser hilbijartina cih û anî ziman ku di hilbijartina cih de nirxên ekolojîk û hawirdorê esas nayên girtin. Barka, dest nîşan kir ku raporên Nirxandina Karîgeriyên Hawirdorî (ÇED) êdî bi rêbaza "jêbike-pêvebike" tên çêkirin û wiha axivî: "Ji bo sermaye xwe mezin bike, van qadan talan dike. Huqûq, qanûn û peymanên navnetewî hemû derew in. Ji bo mezinbûyîn, hebûn û domandina serweriya sermayeyê tevdigerin."

‘HEMÛ XWEZAYA TIRKIYEYÊ DI HEDEFÊ DE YE'

Barka, diyar kir ku bi vê peymana îhaleyê re hemû xwezaya Tirkiyeyê hedef hatiye girtin. Barka pirsgirêkên ku dê bi van projeyan re xwe bidin der vegotin. Barka wiha axivî: "Dê li ser riyên çivîkên macir bibe sedema mirina çivîkan. Dê bi pêlên elektromanyetîkê bibin cihê pirsgirêkên mezin. Li gor lêkolînan, qelebalixiya wan a zêde bandorê li ser beden û tenduristiya ruhî ya mirovan dike. Dê flora û faûna zirareke mezin bibînin. Di warê herêmî de jî dê hejmara hebûna zebze û fêkiyan kêm bibe. Ji ber van rûxandinên aborî dê koçberî çêbibe û li gel vê dê çand û tore bên binpêkirin û dê ev jî bibe cihê pirsgirêkên civakiyî."

Barka, dest nîşan kir ku ji ber mebesta van projeyan aborî ye, mirov nikare behsa enerjiyên nûkirî bike. Barka got ku ji ber van projeyan di serî de Herêma Egeyê û bi giştî li gelek deverên din dê koçberî dest pê bike. Barka, diyar kir ku li hemberî van projeyên talankeriyê ji bilî têkoşînê pêvtir tu rê tune ye.