DSÎ'yê av qut kir, hemû çandinî hişk bûn

XERPÊT - Çandiniyên liser 80 hezar dolim zeviyên deşta Kovanciyan a di navbera Çeme Muradê û Çemê Periyê de dîmîne, ji ber bêaviyê hişk bû. Piştî DSÎ av ji ser çandiniyê qut kir hemû çandinî hişk bûn.

Çandiniyê zeviyên deşta Kocanciyan a di navbera Çeme Muradê û Çemê Perî de dimîne ji ber bêavahiyê hişk bû. Çandiniyê çotkaran ên li ser 80 hezar dolim zeviyên deştê hatine çandin tev ji ber bê av man zuha bûn û huşk bûn. Deşta ku 77 gund û 52 mezra li ser hatiye avakirin çotkarên 30 gundan li vê deştê debara xwe bi çandiniyê dikin. Li navçeya Kovançiyan a ku welatî debara xwe bi sewalkarî û çotkariyê dikin, li deşta 80 hezar dolim a li tenişta Çemê Muradê, 10 salin pirsgirêka avê dijî. Deşta ku berê bi qanalên avê yên DSÎ dihatin avdan, di 10 salên dawî DSİ av ji ser zeviya qut kir û zeviyên çandiniye tev zuha bûn. DSÎ, ava çemê Mûradê bi qanala avê dikişand ser zeviyan û zevî bi qalanan ji çemê Mûradê av dida.

Rençber Fethi Ahmet Yildirim, diyar kir ku wan her sal bi rêk û pêk heqê avdaniyê teslîmî kooperatifê dikir û Serokê Kooperatifê jî pere teslîmî rayedarên DSİ’yê dikir. Yildirim, anî ziman ku piştî DSÎ av ji ser zeviyan qut kir, hemû zeviyên wan û çandiniyê wan hişk bûn. Yildirim da zanîn ku zeviyên wan pir bi bereket in û li van zeviyan pincarê şekir, berbiroj, genim, ceh, zebeş û gelek cureyên sebzeyên din diçandin. Yildirim da zanîn ku bi qanalên avê yên DSÎ deşt av didan û piştî DSÎ av qut kir deşta wan û çandiniyên wan zuha bûn. Yildirim da zanîn ku 10 salin DSÎ av ji ser wan qut kiriye û zeviyên wan tev zuha bûne.

LI ŞÛNA 20 TON GENIM ZERAR KIR

Yildirim, anî ziman ku bi 50 hezar TL li ser 40 dolim zevî pincarê şekir çand û ji ber av tune hemû çandiniyê wî yê şekir hişk bûye. Yildirim, anî ziman ku zerar li ser zerarê zêde dibe û wiha got: "Min li ser 50 dolim zevî genim çandiniye. Li şuna ez 25 ton genim biçinim, ez tenê 5 ton genim diçinim. Wezîrê Dewletê Cevdet Yilmaz 3 sal bere hat vir û soz da rençberan. Lê soza xwe pêk neanî û wiha got: "Piştî DSÎ av ji ser me qut kir me sontaj li zeviyan xist. Lê pişti me sontaj di nava zeviyan de vekir û me bi ava sontajê zeviyên xwe av dan, niha TEDAŞ ceyranê ji ser me qut dike û dîsa zeviyên me bê av dimînn.

Çotkar Musa Demîr, jî anî ziman ku TEDAŞ'ê ew xapandine û wiha got: "Tevî ku em bûn aboneyên TEDAŞ’ê jî trafo nedan me û em bê ceyran hiştin.