Di nava qir û qeşayê de firengan diçînin

AGIRÎ - Welatiyên navçeya Giyadînê ya Agiriyê ligel sermaya jêra sifirê 35 dereceyan li ser 40 dolim zevî sera ava kirine û bi pergala jeotermal a germahiyê firengan goşî diçînin û îxracî Rûsya û Ezerbeycanê dikin.

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ku sermaya hewayê 35 pîle dadikeve bin sifirê welatî li ser 40 dolim zevî sera ava kirine û firengên goşî diçînin. Welatiyên Giyadînê li ser 40 dolim zevî sera ava kirine û di demsalên zivistanê de fêkiyên wekî firengan dijînin û îxracî Azerbaycan, Rusya û Îranê dikin.

AMADEKARIYA ÇANDINIYA MUZÊ DIKIN

Serayên ku li Giyadinê hatine avakirin bi pergala jeotermal a ku heta 85 pîle avê germ dike germahiyê didin serayê. Li serayên ku 2 salin çandiniya firengiyan dikin. Îsal plan dikin ku çandiniya bajan, xiyar, îsot û narenciyên din jî li vir pêş bixin. Li van serayên ku amadekariyên hilberîna çîlek û muzan tên kirin 25 jê jin bi giştî 50 karker li vir dixebitin.

ZIVISTANÎ FIRENGAN ÎXRAC DIKIN

Endezyar Eyyup Işik ku di serayê de dixebite diyar kir ku salê hezar û 600 ton hilberîna firengan dikin û wiha got: "Em firengan li vir di serayê de diçînin û dişînin çar aliyê welêt. Di şert û mercê zivistanê û sermaya qir û qeşayê de jî em hilberînê dikin. Işik, anî ziman ku li derve sermayek wekî qeşayê heye, lê li hundirê serayan çandiniya fireng û fêkiyên havînî dikin. Bi serayên nû em dê li van serayan hezar û 500 karkerî bidin xebitandin. Em dê ji gelek welatiyên Giyadînê re kar peyda bikin."