COLEMÊRG - Qeyûma tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin, li şûna pirsgirêka avê çareser bike, gelek golên avê yên Golanê zuha kir.
Qeyûma tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin, li şûna pirsgirêka avê ya bajar çareser bike, çavkaniyên avê yên heyî jî zuha kir. Qeyûma ku tayînî şaredariyê hat kirin, li şûna pirsgirêka avê ya bajar çareser bike çavkaniyên avê yên golên herêma Golanê tev zuha kirin. Golên avê yên herêma Golan û Berçelan ji ber rêbazên şaş ên qeyûmê zuha bûn. Gelek golên herêmê yên masi jî di navde hene ji ber rêbazên şaş yên qeyûmê miçiqîn.
Serokê Quluba Sporên Çiyavanî û Xwezaya Cilo Haci Tansu ku ji bo lêkolîn bike çû heremê çavdêriyên xwe parve kirin.
GOLÊN AVÊ MIÇIQÎN
Tansu, anî ziman ku ji ber rêbazên şaş golên avê hatin zuhakirin û wiha got: "Bajarê Colemêrgê ji aliyê çavakaniyên avê pir dewlemen in. Ji ber ku av bi rêbaza boriyan kom tê komkirin gol zuha dibin. Beyî ku golan zuha bikin jî dikarin pirsgirêka avê ya bajar çareser bikin. Dikarin bêyî golan zuha bikin û zerar bidin xwezayê jî pirsgirêkan çareser bikin. Li vir bi hezaran masî dijîn. Lê ji ber golên avê zuha dibin masî dimirin. Em wekî Komeleyên Xwezaya Cilo, Quluba Sporên Xweza û Çiyavaniya Cilo û Quluba Lutkeyên Çiya em naxwazin golên li vir zuha bibin.
HERÎ KÊM 10 METRE AV DAKETIYE
Şeniyên gundê herêmê Tacettin Karaman jî anî ziman ku li herêmê lêkolîn kiriye û piştî qeyûmê av bi rêbazên şaş ji golê kişandine herî kêm 10 metre av ji golê daketiye û av daketiye jêr û zuha dibe."