WAN - Li TOKÎ'yên ku piştî erdheja Wanê li bajar hatin avakirin ji ber komira xerab tên bikar anîn duxana qirêj welatiyên Wanî jahrînî dike.
Li TOKÎ yên bajarê Wanê ji ber komira qirêj tê bikar anîn hewaya ezmanên Wanê qirêj dibe û welatî bê nefes dimînin. Ji ber Vakfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Walitiya Wanê komira qirêj li welatiyan belav dike, dûqana qirêj li ezmanê Wanê belav dibe û hewa qirêj dibe. Bi taybetî piştî erdheja di 2011'an de TOKÎ hat avakirin komirên ku li van avahiyan tên belavkirin hewayê qirêj dike. Ji ber hewaya qirêj ser bajarê Wanê bi ewrê reş tê girtin û welatî nikarin nefes bistînin.
SANAYI TUNE KOMIRA BÊ QALÎTE HEYE
Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEVDER) Ali Kalçik, diyar kir ku bilindahiya Wanê 1727 metre ye, lê dîsa hewaya bajar qirêj e. Kalçik, anî ziman ku ji ber komira bê qelîte li avahiyên TOKÎ tê şewitandin hewaya bajar qirêj dibe. Kalçik, anî ziman ku li bajar 20 hezar konut hatiye avakirin û komira bê qalîte ya li van konutan hatiye belavkirin hewayê qirêj dike. Kalçik, anî ziman ku li van konutan pergala Gaza Xwezayî tune û welatî neçar dimînin ku komira bê qalîte bisojin. Kalçik, da zanîn ku ji ber li taxên Selimbey, Abdurrahmangazi, Altıntepe, Îskele û Yalim Elez komira qirêj tê sotin hewa qirêj dibe û kal û pîr nikarin nefes bistînin. Kalçik, xwest hikûmet soza daye gelê Wanê pêk bîne û demek berî demekê pergala dogal gazê ava bike.
VAKIF KOMIRA QIRÊJ BELAV DIKE
Serokê Kooperatifa Komirvan û Êzingvanan Hasan Seyhan jî anî ziman ku ji ber Vakfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî komira bê qalîte belav dike hewaya bajar qirêj dibe. Seyhan, anî ziman ku gelê herêmê û welatiyên kooperatifan mexdûr dibin û wiha got: "Ji bo komira qirêj neyê belav kirin û pirsgirêka hewayê çareser bibe me gelek caran daxuyanî da û rayedar hişyar kir. Lê dîsa komira ku ji Ukranya tînin difiroşin derve û komira qirêj û bê qalîte li welatiyan belav dikin. Bi taybetî fîrmaya bi navê GMG komira bê qalîte belav dike û ev komir hewayê pir qirêj dike. Me bi dehan caran gilî kir, lê tu tişt nehat guhertin. Komira bê qalîte ku li welatiyan tê belav kirin, hewayê qirêj dike û welatiyan jahrînî dike."