Talankirina Çiyayên Qazê û şewitandina daristanên Dersimê yek e

STENBOL - Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Stenbolê Fatoş Osmanagaoglu, der barê şewatên li bajarên herêmê de wiha got: "Tunekirina Çiyayên Qazê çi be, tunekirina daristanên Dersimê jî heman tişt e." Osmanagaoglu, dest nîşan kir ku divê gelên li rojavayê vê yekê îdraq bikin û li hemberî vê yekê têkoşîneke hevpar divê.

Li herêmên bejahiyî yên Şirnex û Dersimê ji ber topbarana leşkeran şewat derketin û ev şewat hîn jî didomin. Ji ber çewata ku li Gabar, Dera, Çirav, Cûdî û gundên Zaxge yê navçeya Pilumuriye û gundê Deştê yê navçeya Qisle yên Dersimê bi hezaran dar bûn xwelî. Ji ber tefandina şewatan tê astengkirin, her ku diçe berbelavtir dibe. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Stenbolê Fatoş Osmanagaoglû, diyar kir ku ev şewat ne tesadufî ne, yek ji stûnên operasyonên dewletê ne.

‘TÊ XWESTIN KU GEL KOÇBER BIBE'

Osmanagaoglu, anî ziman ku dewlet bi şewatên wisa dixwaze xwezayê talan bike û pêşkeşî sermayeyê bike û wiha got: "Ji ber ev perçeyeke operasyonê ne, dixwazin bi rêbazên cuda mirovan ji warên wan bikin. Yanî li herêmê zemîna her tiştî ava dikin." Osmanagaoglû, diyar kir ku berê dewletê tiştên wisa bi nepenî dikir, lê niha bi awayekî aşkere dike û her wiha destûrê nadin ku gel bi derfetên xwe şewatê bitefîne.

Osmanagaoglû, anî ziman ku tiştên li gelê kurd û xwezayê tên kirin, ne wek tiştên ku li rojavayê welat tên kirin û wiha domand: "Li çiyayên Qazê bi awayekî hevwext li çar deveran şewat dertê. Ev tê wateya ku li van qada riya rantê tê vekirin. Di şewatên li rojavayê de kêm zêde hewleke 'em tiştinan dikin' heye. Lê li erdnîgariya kurdan rewş cuda ye. Ji bo dewletê ya girîng belavkirina gelê wir e. Çimkî hîn jî dewlet bi operasyonên li wir encam wernegirtine."

‘DEMA MESELE KURD BIN...'

Osmanagaoglu, anî ziman ku kesên li rojavayê welat ji bo ekolojiyê têdikoşin, qewimînên li bajarê kurdan baş îdraq nakin û wiha got: "Ji bo vegotina van tiştan hewldaneke zêde heye, lê hîn jî pirsgirêk hene. Hîn jî di mêjiyê mirovan de weziyeta yê din heye. Şikandina vê girîngtir e."

‘JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ DIVÊ BIKE'

Osmanagaoglu, anî ziman ku li herêmê asta titştên ku li gel tên kirin guheriye û wiha domand: "Wisa difikirim ku ji destê kê çi tê divê bike. Hem ji bo mirovên wir hem jî ji bo xwezaya wir. Çimkî tunekirina Çiyayên Qazê çi be, tunekirina daristanên Dersimê jî heman tişt e. Divê mirovên me yên li rojavayê welat vê yekê îdraq bikin.."