MÊRSÎN – Komeleyên Elewiyên Mêrsînê, diyar kirin ku bi şewata daristanan dixwazin Dêrsimê bê mirov bihêlin.
Şaxên Komeleya Dêrsimiyan û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ên Mêrsînê têkildarî şewata daristanên Dêrsimê li Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Dêrsim dinava çar çiyayan de ye, dinava çar çiyayên agir deye” hat daliqadin û gelek komeleyên Elewî û kedkarên cemawerî beşdar civînê bûn. Serokê Şaxa Komeleya Dêrsimiyan a Mêrsînê Hasan Tavuklu di civîn de axivî û diyar kir ku berê jî bi operasyonên leşkerî daristan dişewitandin û dixwistin erdnigariya Dêrsimê bê mirov bihêlin. Tavuklu da zanîn ku şewata daristanan bi awayekê pergalî tê kirin.
DEWLET Û SERMAYEDARÊN RANTÊ DARISTANAN TUNE DIKIN
Tavuklu dest nîşan kir ku dewlet bi hevkariya sermayedarên rantê daristanan tune dike û wiha got: “Ji bo mirov li Dêrsimê nejîn, tê şewitandin. Gelek zindî jiyana xwe ji dest didin û tên tunekirin. Bi van şewatan re ekosistem xirab bûye. Bi çêkarina bendav û şewatên daristanan dixwazin Dêrsimê bê mirov bihêlin. Bêdengiya rayedaran da nîşandan ku ka kê bûye sedama şewata Dêrsimê. Li dijî şewata daristanan û valakirina gundan bang gel dikim ku bêdeng nemin in.”