ENQERE - Gola Eymîrê ya Enqereyê bi xweza, zindîwer, sewal û nebatên xwe yek ji golên Tirkiye yên herî rengîn e. Gola wekî bihiştê tê nasîn, niha di bin gefên ranta bajarvaniyê de ye.
Gola Eymîrê ya Enqereyê ku bi xweza, zindîwer, sewal û nebatên xwe yek ji golên Tirkiye yên herî rengîn e, di demsalên bahar, havîn û payizan de ziyaretvanê wê zêde dibin. Gola Eymirê ji bo westîn, aramî û seyranê ji gelek nexweşiyên derûnî û stresê re dibe derman. Dîsa li dijî hewaya bajar û jiyana bajar ji bo tenduristiya mirovan jî cihekî ku oksîjena wê zêde û paqijiya wê zêde ye û dermanê tenduristiyê ye. Lê tevî gelek taybetmendî û xweseriyên xwe yên ekolojî, biyolojîkê dîsa dê xwestin ku qadên beton li vir zêde bikin û nexşeya wê xera bikin.
NAVENDA CUREYÊN ÇÛKAN E'
Gola Eymîrê bi nebatên xwe jî û bi sewalên xwe jî pir rengin e. Bi cureyên, quling, qaqlîbaz, werdek, rovî, kîvroşk, qaz, masiyên sazan, cureyên masiyan û gelek zindîwerên din li vir dijîn. 83 cureyên cuda yên sewalan li vir dijîn. 25 cureyên bi guhan, 12 cureyên kaşkaş, 13 cureyên masî û 493 cureyên nebatan li vir zindî ye û reng dide derdora xwe. Ji cureyên nebatan jê 47 cure endamîk û xweser in.
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û şîrketên rantê bi riyên dîplomatîk hewl didin ku li vir otelê ava bikin û rê li pêş îmarê vekin. Gelek caran şaredariyê xwest destûra mîmarê bide. Saziyên sivîl en civakî gelek caran asteng kirin û destûr nedan ku rê li pêş mîmariyê bê vekirin.
Di salên dawî de li zeviyên tenişta Gola Eymirê avahiyên bilind hatin avakirin û êdî roj li pişt avahiyan hiltê. Li şûna qadên kesk, qadên betonî tên hiştin. Her çend di sala 1990'an de Lijneya Wezaretan Gol weki "Herêma parastina taybet" pênase kiribin û xistibin bin parastinê jî îro Şaredarê Bajarê Mezin ê Enxere Melih Gokçek, hewl dide ku golê ji ranta mimaran re veke. Lê ji ber zeviyên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) li vir in, hetaniha gol hat parastin. 40 kilometrekare der u dora golê ji aliyê ODTU ve daristan hat çandin. Ji ber vê yekê cudahiya wê û gola Mogan a 3 kîlometre durî wê şênber xuya dibe.
Akademîsyenên ODTU 21 salin her 15 rojan carekê ji 4 herêmên cuda mînakên avê digirin û analiz dikin rêjeya oksîjenê dipîvin. Dema av kêm dibe gaza metanê ya di bin golê de dicive derdixin derve û destûr nadin ku masî û ziniyên din jahrîni bibin.
Lê di salên dawî de ji ber ku avahiyên beton li vir tên avakirin çavkaniyên avê tev zuha dibin û herikina ava diçe ser golê jî kêm dibe. Yek ji çavkaniyeke Gola Moganê ye ya din jî Çemê Bursalıyê ye. Ji ber ku li zeviyên başurê Gola Mogan yên golê bi avê xwedi dike avahî tên lêkirin gola Magonê jî zuha dibe û bi xwe re gola Eymîrê jî zuda dike.
Çemê Bursaliyê ku Gola Eymirê xwedi dike jî ji ber bûye navenda çopê qirêj dibe û zuha dibe. Bi zuhabuna Çemê Bûrsali re bandorek neyîni li ser Gola Eymirê jî dike. Ji ber betonbûna derdorê û bajarvaniya li der û dora wê pêş dikeve gola Eymirê niha di bin gef û talûkeyê de maye.