ÊLIH - Welatiyên Êlihê li şûna komir û xaza xwezayî ya xesarê dide hawirdorê, sotemeniyên sergînan tercîh dikin û xwe bi agirê sergînan germ dikin.
Bi destpêkirina hewaya sar, wek li gelek deveran, li Êlihê jî welatî sobên xwe danîn. Hin welatî komira ku dewlet dide û xesarê dide hawirdorê dişewitînin, hin welatî jî wek alternatîfa komir û xaza xwezayî sergînan dişewitînin. Komira bêqalîte ya ku dewlet belav dike, ji ber duxana wê yî jehrî bi taybetî jî ji bo tenduristiya welatiyên nexweşên dil û bêhnvedanê xetereyê dide der. Bereksê komirê, li Êlihê hin welatî hîn jî sergînan dişewitînin. Sergînên ku ji bo zivistanê wek ardû tên şewitandin, havînê ji rêxa heywanan tê çêkirin û li ber tavê tên ziwa kirin. Sergînên ku bi piranî tercîha taxên xizan ên bajêr in, tenê ne ji bo germbûnê, her wiha ji bo tenûrê jî tên bikaranîn.
‘EM SERGÎNAN DIŞEWITÎNIN'
Welatiya bi navê Hatîce Demîr diyar kir ku, ew koçer in û got, hemû tiştên bi kar tînin xwezayî ne û wiha axivî:"Dema ez biçûk bûm diya min wan çêdikirin. Me jî carinan alîkariya wan dikir, lê me bêyî dilê xwe dikir. Lê belê, piştî em mezin bûn me fêm kir ku sergîn ji gelek tiştan baştir e û bi kêr tê. Em pêşî hemû sergînên xwe li cihekî kom dikin. Dawiyê em bi avê şil dikin û li hev dixin. Pişt re, em di taran de li ber tavê dihêlin, da hişk bibin. Em zivistanê dişewitînin."
‘ŞEWITANDINA SERGÎNAN JI YA KOMIRÊ ÇÊTIR E'
Demîr diyar kir ku, germahiya sergînan ji ya komirê çêtir e û wiha got:"Derfetên me yî em êzingan bikirin tune ye. Li taxên keviyê jî xaza xwezayî tune ye. Komira tê belavkirin jî zaf bêqalîte ye û bi awayekî neyînî bandorê li tenduristiya mirovan dike. Ji ber vê, em komirê tercîh nakin. Sergîn hem baş e, hem jî tu xesara wê ji bo tenduristiyê tune ye."
‘MA BERÊ KOMIR Û XAZA XWEZAYÎ HEBEÛ?'
Demîr got, ew ê vê kevneşopiya xwe ya bi salan bidomînin û wiha domand:"Ma berê komir û xaza xwezayî hebû? dê û bavên me, em li ber agirê sergînan germ dikirin. Em ê jî zarokên xwe wisa germ bikin û em ê çav bernedin kîloyek komira dewletê. Komira hikûmet dide jehriyê dipejiqîne û dibe sedema nexweşîna mirovan. Vê jî bi minnetî dike. Em ne minneta wan ne jî komira wan dixwazin."
Mahmut Ruvanas-dihaber