HATAY - Qada Volkanîk a di navbera Kirikhan û Hassa de cih digire û şênî wekî herêma leçelik bi nav dikin, di bin gefên Herêma Sanayiya Organizeye (OSB) de ye.
Herêma di navbera navçeya Reyhanli û bajarên Kîlîs, Dîlokê de cih digire û di qada cureyên biyolojik de wekî jeopark tê zanîn û pir dewlemend e, di bin talûkeya sanayê(pîşesaziyê) de ye. Herêma ku ji aliyê cureyên sewal û nebatên xwezayi de pir dewlemend e, dîsa di aliyê berhemên dîrokî de pir navdar e di bin gefên sanayê de ye.
Herêma ku di nava gel de wekî herêma Laçelîk tê zanîn ji aliyê Walîtiya Hatay û Wezareta, Derdor û bajarvaniyê ve wekî herêma Sanayiya Organize îlan kir. Walîtiya Hatayê rojên borî destûr da ku fabriqeyên çimento bên avakirin.
Herêma di navbera Aktepe, Hassa, Akbezê de cih digire di warê dîrokî û çandî de jî qadek volkanik e. Ji ber herêmek volkane, tunelên agir, stûnên bazalt û kolniyên curuf wekî hunerek destan li ser sînga erdê hatiye neqişandin. Dîsa pir, warên dîrokî herêm bêtir rengîn kiriye. Herêma ku bêhna dîrok, çandê jê tê û ji aliyê cureyên sewal û nebatên biyolojîk ve pir dewlemend e bi avakirina sanayê di bin talûkeyê de ye. Li vê herêmê gelek cureyên pelçemokên Akdenizê û Xezalên çiyê dijîn. Ji ber Gola Golbaşi li vê herêmê ye bi sedan curdeyên sewal û nebatan dijîn pir rengîn e. Ji 154 cureyên sewalên bi guhan nêzî 60 cure li vir dijîn. Li Tirkiye di nava cuyerên bi guhan de herêma herî dewlemend e. Li gorî pivanên krîterên Yekîtiya Parastina Xwezaya Cîhanê (IUCN) ji 5 cureyên ku neslê wan di bin parastinê de li vê herêmê dijînm. 4 cureyên van sewalan di bin talûkeya mezin de ye.
Serokê Şaxa Komeleya Parastina Tabiatên Tirkiye yê Hatayê Abdullah Ogunç, diyar kir ku ev herêmek pir çandî û di qada jeolojik û biyolojîk de pir dewlemende. Ogunç, anî ziman ku ne parastina vê herêmê ji aliyê dewlemendiyên Tirkiye û Cîhanê de kêmasiyek mezin e û xwest bê parastin.