Tirkiye bi hevkariya Rûsyayê re li Akkuyu bingeha çekên Nukleerê datîne

EDENE - Endamê Platforma Derdorê yê Edeneyê Yaşar Gökoglu, diyar kir ku ji rayedarên Rus fêr bûye ku dê li Santrolên Nukleerê yên li herêma Akkuyu tên avakirin, dê tesîsa bermahiyên nukleerê ava bikin û wiha got: "Bermahiyên ku ji santrala Nukleerê derkevin uranyuma zexm û zengînkiriye. Gokoglu, anî ziman ku ger ev tesîs bên avakirin hikûmet gava yekem a çekên nukleer davêje.

Piştî Serokdewletê Rusya Putîn hat Stenbolê û bi Erdogan re hevdîtn kir, Wezîrê Bajarvanî û Derdorê projeya Santrala Nukleerê ya li herêma Akkuyu ya Mêrsîne erê kir. Li gel ji bo rapora ÇED'ê bê betalkirin doz hatibû vekirin jî Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Akdenîzê bi dengê zêde herêma Akkuyu ji îmara Santrala Nukleerê re vekir. Gelek endamên Daniştayê bi birayrên KHK'ê hatin îxrackirin û biryar hat dayîn ku proje bê qebûlkirin. Di çarçoveya biryarê de di 5'ê kanûnê de heyeta zana hat li herêmê keşîf kir. Dema keşîf hat kirin Endamê Platforma Derdorê ya Edeneyê Yaşar Gokoglu jî di nava keşifê de cih girt. Gokoglu, diyar kir ku ji rayedarên Rus fêr bûye ku dê li Santrolên Nukleerê yên li herêma Akkuyu tên avakirin, dê tesîsa bermahiyên nukleerê ava bikin û wiha got: "Bermahiyên ku ji santrala Nukleerê derkevin uranyuma zexm û zengînkiriye. Ger ev tesîs bên avakirin hikûmet gava yekem a çekên nukleer davêje. Rayedarên Rûs diyar kirin ew li vir bazirganiyê dikin û di bazirganiyêde rîsk jî heye kar jî heye.

Gokoglu, anî ziman ku her çend rayedarên hikûmetê û Rus diyar kiribin ku dê li gorî mewzûata zagonî tev bigerin jî dê 500 metre tesîsa bermahiyên nukleerê li nezî bahrê ava bikin. Gokoglu, bilêv kir ku rayedarê Rûs ji wan re gotiye "Rusya di welatên sêyemîn ê cîhanê de bermahiyên nukleer qebûl nake. Em dê li vir tesîsa bermahiyên nukleerê ava bikin. Tesîsa bermahiyên Nukleerê dê 500 metre nêzi bahrê bê avakirin. Rayedarên hikûmeta Tirkiye vê rastiyê ji raya giştî vedişêrin. Lê rayedarê rûs ev yek aşkere kir. Çima rayedarên hikûmet û dewleta me vê rastiyê ji me vedişêrin. Li vir yekem gava çekên nukleer tê avêtin. Hikûmetê bi destûr dayîna avakirina tesîsên Santrala Nukleer bingehê tesîsa çekên nukleer avakiriye."

EM LI TIRKIYE Û CÎHANÊ SANTRALÊN NUKLEER NAXWAZIN

Gokoglu, anî ziman ku biryara Santralê dê bi biryara 5 dadgerên 14'emîn Daîreya Daniştayê ve bê dayîn û wiha got: "Em wekî kesên dijberî santralên Nukleerê dibêjin em destûr nadin ku santralên Nukleerê bên avakirin. Em ne li Tirkiye û ne jî li Cîhanê Santralên Nukleer naxwazin.

Hamdullah Kesen - dihaber