MÛGLA - Hevjînên hev Fatma û Huseyîn Ûzûn yên li dijî toximê melez ê îthal, bi toximê organîk û xwecihî yê bi genetîka wê nehatiye lîstin çandiniyê dikin, bêyî gubreyê kîmyewî û dermanên çandiniyê bi kar bînin, berên bi genetîka wan nehatiye lîstin û bê hormon diçinînin.
Li Gundê Hasanlar ê Bodrûma Mûglayê hevjînên hev Fatma û Huseyîn Ûzûn, ji bo hilberîna xwecihî û xerîdariyeke xwezayî pêk bînin, bêyî dermanên çandiniyê û gubreyên kîmyewî bi kar bînin, berên bi genetîka wan nehatiye lîstin û bê hormon digihînin. Malbata Ûzûn a ev 10 sal e bi gubreyê kurmikan fêkî û sebzeyan dihilberînin got, wan wek bertek li dijî berên GDO'yî dest bi pêşnûmayeke wisa kiriye. Malbata Ûzûn got, ew li dijî mecbûriyeta kirîna toximên melezî ne û dest nîşan kirin ku, heke toximên ji bav û kalan maye ji bo çandiniyê bêtir bê bikaranîn û berbelav bibe, wê her sal hewcetî bi kirîna toximan tune be.
'HILBERÎNA HERÎ TENDURISTIYANE YA XWEZAYÎ YE'
Huseyîn Ûzûn anî ziman ku, berên GDO'yî daxilî her qadên jiyana mirovan bûne û ev li dijî xwezayê xetere ye û got, wî 10 sal berê têkildarî hilberîna xwezayî lêkolîn kiriye û biryar daye ku li gund hilberîna xwezayî bike. Ûzûn anî ziman ku, ew hilberîneke zehmet dikin, lê ji serdemên mirovan ên ewil heta serdema pîşesaziyê hilberîna xwezayî hebûye û wiha got: "Hilberîna herî tenduristiyane, hilberîna xwezayî ye. Çimkî tu dermaneke kîmyewî nayê bikaranîn. Ji bo nifş û pêşeroke tenduristiyane, divê em hilberîna xwezayî pêk bînin. An jê bi vî awayî wê nediyar be ku em çi dixwin."
'BI PÎŞESAZIYÊ RE ÇANDINÎ JÎ TUNE BÛ'
Ûzûn anî ziman ku, ew bi taybetî hilberşna gubreyê kurmikan dikin û ew ji bo beran baştir e û wiha axivî: "Berên GDO'yî hem axê hem jî mirovan jehrî dikin. Heta 10 sal berê jî li gundan hilberîna xwezayî berbelav bû, lê mixabin bi pîşesaziyê re, gundî jî ji hilberîna xwezayî dûr ketin. Ev jî hem bû sedema bejîbûyîna (şoraxbûyîn) axê, hem jî bû sedema xerabûna tenduristiya mirovan." Ûzûn dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê bi kar anîna toximên herêmî kêm bûye û hilberîner berê xwe dane toxim û diyar kir ku, li dijî vê ew toximên xwecihî bi kar tînin û ew ê sezona bê jî vî toximî biakribin bi kar bînin.
‘DIVÊ PIŞTEVANIYA HILBERÎNA XWEZAYÎ BÊ KIRIN'
Ûzûn anî ziman ku, divê li Tirkiyeyê piştevaniya hilberîna xwezayî bê kirin, dewlet xwedî li hilberîner derkeve û ji bo teşwîqê tev bigere. Ûzûn wiha domand: "Mixabin îro li şûna hilberîna xwezayî, li serayan teşwîqa hilberîna berên GDO'yî tê kirin. Li Tirkiyeyê hilberîna xwezayî zaf kêm e. Ev jî wê di pêvajoyên pêş de bibe sedema felektên mezin."