ÊLIH - Gelek waren dîrokî li Heskîfê di bin ava Bendava Ilisûyê de dimîne. Tevî vê rastiyê pira Artûklû ya 2 hezar û 500 sal emrê wê heye, restore dikin. Ekolojîperest restorekirina pirê rexne kirin û gotin: "Niha Heskîfê binav dikin. Ji ber vê yekê restorekirina warên dîrokî bê wate ye. Ewil ava dikin û piştre binav dikin."
Li navçeya qedîm û dîrokî ya Heskîfa Êlihê yek ji cihên dîrokî ya herî qedirbuha pira 2 hezar û 500 salî ya Artûkluyê ye. Her çiqas dibêjin pira dîrokî 2 hezar û 500 salî ye û di serdema Artûkluyan de hatiye çêkirin jî, lê di der barê pirê de dîrokeke zelal û aîdî kî ye tune ye. Pira dîrokî ya Artûkluyê bi sala ye bi tunebûnê re rû bi rû maye û dê di bin ava Bendava Ilisû ya dê li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin de bimîne. Pira ku terkî çarenûsa xwe hatiye kirin, di sala 2014’an de ji aliyê Mudûriyeta Giştî ya Rêyên Bejhaiyê ve dest bi restorasyona wê hat kirin. Ev nêzî 2 sala ye hîn jî çêkirina pirê bi dawî nebûye. Lê balkêş e ku ji aliyekî ve Heskîfê bi temamî di bin ava bendavê de dihêlin û ji aliyekî ve jî restorasyona hin cihên dîrokî nakokiyê derdixe holê. Welatiyên Heskîfê, turîst û aktîvîstên ekolojiyê û dîroknas jî diyar dikin ku, wan vê nakokiyê fêm nekiriye.
‘PIRSGIRÊK BI ÇÊKIRINA PIRÊ NAYÊ ÇARESERKIRIN’
Aktîvîstê Hewldana Jiyandina Heskîfê Veysî Ayhan dest nîşan kir ku, restorasyon di bin navê “parastinê” de tê çêkirin û got, xebata çêkirina lingên pira dîrokî di halê wê yê resen de nayê çêkirin. Ayhan diyar kir ku, çêkirina pirê ne wek teşeya wê yî berê tê çêkirin û wiha got: “3 lingên pirê hene. Heta niha du lingê wê hatine çêkirin û çêkirina lingê wê yî din jî didome. Xebata tê kirin têr nake. Ji bo nûjenikirina cihên dîrokî, bêtir xebatek berfireh divê. Pirsgirêka Heskîf û dîroka wê bi çêkirina pir û cihguhertina turbeyan nayê çareserkirin. Pirsgirekek bingehîn e. Divê ku beriya her tiştî pêşnûmaya Ilisûyê bê betalkirin. Pişt re ev cihên dîrokî bi awayekî zanistî bên çêkirin. Eger li şûna ku Heskîf di bin avê de bê hiştin, ji turîzmê re bê vekirin dê qat bi qat bêtir qezencên mezin bi xwe re bîne. Divê demildest Heskîf ji turîzmê re bê vekirin. Eger ava bendavê pingarî bibe, dê dîroka 12 hezar salî, mirovahî û ekolojî bê tunekirin.”
‘DIXWAZIN QIRKIRINA ÇANDÎ PÊK BÎNIN’
Ekolojîst Sergen Sucî li dijî bendav û çêkirina pirê bertek nîşan da û dest nîşan kir ku, ji bo dewlet sermayeya xwe bi hêz bike, bi riya îhaleyan dixwaze dîrok û çand qetil dike û got, dixwazin bi vî awayî komkujiya çandî û dîrokî pêk bînin. Sucu da zanîn ku, li ser axa Mezopotamyayê hedefa wna ew e ku bi bendavan qirkirinek çandî pêk bînin û got, piştî vê hilberîna enerjiyê ya 50 salî, wê ew herêm bibe çirav û li gel tunekirina mîrateya çandî, wê li vê qadê tu çalakî neyên lidarxistin.
Bîlal Guldem - dîhaber