DERSIM - Li Dersimê sewalên ku pîroz tên hesibandin di bin navê neçirvaniya qeçax an jî qanûnî de tên qetilkirin. Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Munzurê Haydar Çetînkaya diyar kir ku di demên dawî de li gelek deveran sewal tên qetilkirin, ew li dijî tunekirina jiyana kovî ne banga xwedîlêderketina gel ji bo pîrozên herêmê kir.
Li Dersima ku di warê jiyana kovî de gelek dewlemend e bi hatina zivistanê de neçirvan benzuvar, pezkovî, kew, masiyên alabalik, hirç, berazan dikujin. Bi taybetî jî piştî barîna berfê sewalên ku li qiraxa Munzur û çemê Pilemûriyê rêz dibin ji aliyê neçirvanan ve tên qetilkirin.
'DIVÊ EV NIFŞ BÊN PARASTIN'
Têkîldarî mijarê Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Munzurê Haydar Çetînkaya diyar kir ku ew hem qanûnî hem jî qaçaxî li dijî neçira pîrozên Dersimê ne. Çetînkaya da zanîn ku cografyaya Dersimê di warê jiyana koî de yek ji qadên herî girîng ê Anotolyayê ye û wiha berdewam kir: "Li cihanê gelek nifşên jiyana kovî yên ku hatine tunekirin an jî di bin parastinê de ne li Dersimê dijîn. Ev werşeq, pezkovî, kew, masiyên alabalik, sîsark û gelek cureyên din ên sewalan li vir dijîn. Lê çi heyfe ku ji ber neçirvaniya qaçax an jî qanûnî li bajarê me sewalên ku li xwazeyê dijîn bi neçirê tên kuştin."
Çetînkaya got ku ew bi rêgezî hem li dijî neçirvaniya qanûnî hem jî ya qaçax in, dema ku sezona neçirvaniyê dest pê dike mirov bi fikra ku neçirvanî serbest e tevdigerin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî yên ku tifingê digiren destên xwe derdikevin xwezayê. Neçira jiyana kovî dikin. Lê mafekî bi vî rengî tuneye. Mafê mirovan a ku li xwezayê hemû sewalên ku derdikevin pêşberî wan bikujin tuneye."
'NEÇÎRA PEZKOVIYAN ZÊDE BÛ'
Çetînkaya anî ziman ku di salên dawî de di populasyona kewan de gelek kêmbûn çêbûye lê berovayî vê neçîra pezkoviyan gelek zêde bûye. Çetînkaya destnîşan kir ku di rojên dawî de li geliyê Pilemûriyê, herêma Mazgêrdê, geliyê Pulurê agahiya ku neçîrvanê tê kirin girtine û ev agahî da: "Pezkoviyên ku li geliyê Pulurê hatine kuştin û hirça ku hatibû kuştin hebûn. Jibilî vê jî werşeqek hatibû birîndarkirin. Agahiyên ên bi vî rengî tên. Ev bi rastî jî tiştekî ku mirovan xemgîn dike ye. Em banga bihistiyariyê li welatiyan dikin. Ji ber ku ev xweşikbûnên hebûna Dersimê ne. Heke ev nebin li Dersim tenê dar, av û zinar dimînin."
' ÊN KU DIBÎNIN BILA ÎXBAR BIKIN'
Çetînkaya herî dawî jî wiha got: "Pezkoviyên Xizir û Ana Fatmayê ji bo me pîroz in. Di dema xelaya 38'an de jî mirovan ev sewal nekuştibûn. Me têkîldarî vî yekê gelek çîrok guhdar kir. Lê mirovên ku diçin neçîrê guh nadin pîroziyan û li hemberî mafê jiyanê ya giyaneweran rêzê nîşan nadin. Bi awayekî hovane van nifşan tune dikin. Em wan hewaleyê pîrozên xwe dikin. Gelo çi tema xwarina sewalekî heye. Ya xweşik ew e ku em di gerên xwe yên li geliyên Pulur û Pilemûriyê bibînin. Em naxwazin pîrozên me bên kuştin. Welatiyên me bila kesên neçira qaçax dikin îxbar bikin."
Mujdat Can - dîhaber