Ji bo parastina pezkoviyan serî li wezaretê dan

DERSIM - Baroya Dersimê ji bo parastina pezkoviyên ku li Dêrsimê dijîn serî li Wezareta Karên Av û Daristanê dan û xwestin pezkovî bên parastin.

Baroya Dersimê, bi armanca pezkoviyên li herêma Geliyê Munzur û Pulumurê yên Dersimê dijîn ji seydvanan bê parastin û neçîra wan neyê kirin serî li Wezareta Karên Av û Daristanê dan. Baroyê di serlêdanê de diyar kir ku seyda Pezkoviyên ku li Geliyê Munzur û Geliyê Pulumurê yên li herêma Parka Neteweyî dijîn bi rehetî tê kirin. Baroyê da zanîn ku seyda pezkoviyan li gorî hêjmara 2873'an a Zagona Parka Neteweyî hatiye qedexekirin. Baroyê da zanîn ku li gel vê qedexeyê kesên ku seydê dike bedelê wê cezayê girtîgehê ye. Baroyê di daxwaznameya serlêdana wezaretê de xwest ku ji bo parastinê personelên li herêmê bên zêdekirin. Baroyê, da zanîn ku li gorî hukmê KHK'ê yê der barê peyvir û erka Wezareta Karên Avê û Daristanê de divê pezkoviyên li herêmê dijîn bê parastin. Divê seyd û neçîra li dijî zagonan bê astengkirin û kesên vê seydê dikin jî ben cezakirin. Ji ber ku hêjmara pensonelan kêm e venêrtin û kontrola seydê nayê kirin. Divê ji bo venêrtin û kontrola seydê bê kirin û rê li pêş seyda Pezkoviyên ku yek ji rengê herêmê ye bê kirin pêwiste hêjmara personelan bê zêdekirin. Li gorî zagona parêzeran a xala 76. û 95.an û xala 56'an a Qanûna Bingehîn xalên 1. , 3., 30'an ên derdorê serî li Wezareta Karên av û Daristanê hatiye dayîn.