Warê ku desthilatdariya zilam tuneye: Margarîta

DENÎZLÎ - Li çewlika Margarîta ya di 2013'yan de li taxa Helvacilar a Buldanê bi hêza cewherî ya jinê ve hat avakirin warekî ku serdestiya zilam, cudakariya di navbera ziman û nijadan de tuneye, pere nîne û jiyanake li ser esasê teqasê tê înşakirin.

Li çewlika Margarîta ya di 2013'yan de li taxa Helvacilar a Buldanê ya Denîzliyê bi hêza cewherî ya jinê ve hat avakirin warekî ku serdestiya zilam, cudakariya di navbera ziman û nijadan de tuneye, pere nîne û jiyanake li ser esasê teqasê tê înşakirin. Margarita Dimitrova (59) a ku pîşeya xwe ya bijişkiyê berda di gulana 2013'an de li gorî mîmariya xwezayî ya Buldanê mala xwe ya bi kelpîç, kevir û text^ni hatiye çêkirin dijî. Pirsgirêka germbûnê jî bi sobeya dar bi cih tîne, ji derve tu tiştan nagire çewlîka xwe û cilên xwe jî bi paçên ku ew bixwe çêdike didurû.

SALNAMAYE HEYVÊ TÊ BIKARANÎN

Li çewlîka Margarîtayê qet mêvan kêm nabin. Dildarên xwezayê yên ku tên vir ji bostan fekî, sebzo kom dikin, tovên xwezayî heta çandiniya xwezayê bi hevre dikin. Berhemên ku tên hilberandin jî li ber tavê tê hişkirin, dildar tiştên li bostan bêpere di navbera xwe de parve dikin. Pirsgirêka avê jî ji çavkaniyên xwezayê tê bicihanîn. Li çewlîkê dem jî ji teknolojiyê cudatir tê hesabkirin ev jî li gorî salnameya heyvê tê eyarkirin.

Li çewlîkê çar demsal çandiniya xwezayî tê kirin, li serayên vê derê berhemên zivistanê tê çandin. Dîmîtrova diyar kir ku ji bo axê bîne rewşa ku dikare bê çandin 3 salan ked daye û li vir tovên xwezayî bikar tîne, tovên ku bi genetîka wan ve hatine lîstin zirarê didin tenduristiya mirovan.

Li tu berhemên Margarîtayê zibila kîmweyî û derman nayê bikaranîn. Li Magarîtayê giha nayên qetandin û axê najojîn. Dîmîtrova anî ziman ku li Margarîtayê tenê mirîşk dikolin û wiha axivî: "Ji bo ku em axê najon mirîşkan hem ji bo zibilê bidin hem jî axê tevlihev bikin bi kar tînin. Cihê mirîşkan ji dufteya carekî diguherînin û ev jî dihêla ku mirîşk bostan tevlîhev bikin."

Dîmîtrova anî ziman ku çandiniyekî xwezayî ya ku mirov, nebat û awheya bûye yek dixwaze û li BUldanê ji bo çandiniya teqesê pêş bikeve hewl dide. Dîmîtrova destnîşan kir ku ji ber zibila kîmweyî bi kar nayne di navbera wê û cotkarên din de cudatî heye û wiha axivî: "Bila hêdî be lê xweşik be. Ji ber ku têra xwe xweza xira kiriye, ez dixwazim xwezayê baş bikim û bi xwazeyê re bibim yek."

'DIVÊ EV CIHANA ZILAM HILWEŞE'

Dîmîtrova got ku li xwezayê jibûn hesteke pir baş e û bêyî ku zilamek hebe jî bi hêza xwe ya cewherî ya jinê jiyan dikare bê avakirin. Dîmtrova diyar kir ku bêyî zilam avakirina warekî baş e lê kêm e û wiha berdewam kir: "Di esasê xwe de jiyaneki hevpar a zilam û jinan hebe. Dê sînerjiyekî xurt ava bikin. Niha li Margarîtayên jin serdest e lê divê ahengek hebe. Ez jiyaneke ku di navbera jin û zilam de ahenk û aştî heye dixwazim. Lê divê ewil jî cihana zilam bê hilweşandin."

WAREKÎ ZILAM SERDEST NÎNE

Dîmitrova got ku divê li cihanê hemû mirov vegerin warê xwe û û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Cihanekî ku zilam serdest nîne, sînor, ziman û nijad cuda nîne, mirov vedigerin warê xwe û pere nîne û teqes heye dixwazim. Ez bawer dikim ku ciheke bi vî rengî dê pêşiya mezexa kapîtalîzmê jî bigire. Ji ber ku pere çavbirçîbûnê û xirabiyan tîne."

Gokhan Oner - dihaber