Hewa qirêj tenduristiya Îzmîriyan dixe talûkê

ÎZMÎR - Li Îzmîrê ji ber komira bê qalîte tê şewitandin tenduristiya welatiyan di bin xeterê de ye. Ekolojîst Ertugrul Barka, diyar kir ku ji ber balaxaneyên li Îzmîrê hewa qirêj li ser bajar kom dibe û xest dest ji sotemeniya komira qirêj berdin.

Li Îzmîrê ji ber komira bê qalîte tê şewitandin û balaxaneyên bilind destûr nadin ba bê, hewa girêj li ser bajar kom dibe. Ji ber baş komir naşewite rêjeya Carbonê û Kukurtê tê guhertin û gefan li tenduristiya mirov dixwe. Li gorî daneyên meha borî ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya ‘Tora Şopandina Kalîteya Hewa ya Neteweyî’, li gelek deverên bajêr qirêjiya hewayê zêde bûye û gefan li tendiristiya mirovan dixwe.

HEWA SÊQAT QIRÊJ BÛYE

Li gorî stantartan hewaya ku pêwiste herî zêde di metrekûpê de ji sedî 90 maddeyên biyanî hebin, li gorî pîvanên îstasyonên Alsancak, Gazîemîr, Şîrînyer, Guzelyali, Çîglî, Karşiyaka û Bayrakliyê; hewayê li Li Guzelyaliyê ji sedî 265, li Gazîemîrê ji sedî 263, li Bayrakliyê ji sedi 261 û li Şîrînyeriyê jî rêje derketiye ji sedî 208'an. Hewa ku sêqat qirêj bûye gefên mezin li tenduristiya mirovan dixwin. Li gorî daneyan li tevahiya Îzmîrê rêje ji sedî 113 derdbas kiriye.

BALAXANE HEWAYÎ ASTENG DIKIN

Ekolojîst Ertugrul Barka, têkildarî hewaya Îzmirê anî ziman sedema herê mezin a qirêjiya hewayê komira xerab e. Barka, da zanîn ku balaxane jî dibin sedem ku hewa belav nebe û qirêjiyê zêde dike. Barka, anî ziman ku korîdora hewayê ya di ser herêma Alîaga, Herêma Organîzeya Alîaga û Karşiyaka re derbasî Kemalpaşayê dibe, ji ber bi balaxaneyen hatiye girtin, hewa qirêj derbas nabe û dibe kom. Barka, bilêv kir ku ligel balaxaneyên hatine avakirin niha plana 110 balaxaneyên din jî hatiye kirin û wiha got: "Komira xerab û balaxane dibin sedema hewaya qirêj kom bibe. Divê bi lezgîn rê li pêş vê komirê bê girtin û êdî ev komir neyê şewitandin. Pêxiste Lijneya Hawirdor a Bajar divê barzûnan têxe pêxirîkên fabrîqeyan û venêrtinê zêde bike. Pêwiste li aliyê din jî dar û daristan bê zêdekirin.