STENBOL - Aktîvîsta KOS'ê Zerrin Bayraktar diyar kir ku di sala 2012'an de li Stenbolê 710 hezar hekdar qada daristanî hebû û di sala 2015'an de daket 637 hezar hektaran û 73 hezar hektar winda bû.
Parastina Daristanên Bakur (Kuzey Ormanları Savunmasi-KOS), têkildarî qadên ji xizmeta îmara qadên leşkerî re hatine vekirin û daristanên hatine tunekirin li Odeya Endezyarên Derdorê ya Beyogluya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Endamên KOS'ê li salonê pankarta "Qadên leşkerî perçeyekî xwezayî yên daristanên Bakur in û Ne sermaye divê daristan bê îadekirin" vekirin û bertekên xwe anîn ziman. Aktîvista KOS'ê Zerrin Bayraktar, diyar kir ku qadên daristanê pêşkêşî qadên leşkerî tên kirin û wiha got: "Di sala 2012'an de li Stenbolê 710 hezar hekdar qada daristanî hebû û di sala 2015'an de daket 637 hezar hektaran û 73 hezar hektar winda bû. Rêya bejayî ya Marmaraya Bakur daristan kiriye du perçe. Zerarek mezin daye pergala ekosîstemê. Disa balafirgeha sêyemîn li vir tê avakirin. Li qada daristanê santrolên betonê tên avakirin. Ocaxên keviran tên avakirin.
Îktîdara Siyasî hemû qadên daristanê û zeviyên daristanê kirine qada rantê. Ji bo qadên leşkerî derxin dervê bajar 15'ê Tîrmehê ji bo xwe kirine şensek. Pêvajoya OHAL'ê kirine firsend. Divê qadên şekerî dîsa îadeyî qadên daristanê bê kirin. Ji 17 hektar qada leşkerî jê 15,7 hektar qada daristanê ye.