Gundê bihiştê yên Bodrumê dikin qurbana rantê

MUGLA - Daristana Guvercinlikê ya navçeya Bodrumê piştî şewitî, li şûna dîsa daran biçînin ji bo çêkirina 4 otelên mezin rûhsata destûrê hat dayîn.

Li herêma Guvercînlîk a navçeya Bodruma Muglayê, piştî di sala 2007'an daristan şewitî, li şûna qada şewatê destûra 4 otêlên ku ji 298 doşekan û 556 odeyanpêk tê, hat dayîn. Li şûna ji nûve dar bên çandin, li vê qadê destûr û rahsata avahiyan hat dayîn. Li vê qadê otel û qadên bazirganiyêt ên avakirin. Di sala 2007'an de li qada girava Pina ya ji 150 hektar çamên Helebê û Çamên sor pêk tê tev bû xwelî. Wezareta Daristan û Avê, diyar kiribû ku dê dîsa daristanê nû bikin û li şûna şewatê dîsa daran biçînin. Lê 9 kal derbas bûn, heta niha dar nehatin çandin û niha rûhsata otelan hat dayîn. Li herêma Guvercinlikê piştî Tesisa Amara Hotel hat vekirin, Gundê Betlanê yê Titanic û Begonia jî hat avakirin. Li herêma ku wekî qada SÎT hatiye îlankirin, ji mîmarê re tê vekirin.

Rêveberê Vakfa Parastina Xweza, Daristan û Têkoşîna li dijî Erozyonê (TEMA) yê Bodrumê Ekolojist Haluk Ortaç, anî ziman ku ji serî 65 ji qada daristanê pêk tê û wiha got: "Ji bo bêtir qada îmarê vekin ev daristan bi zanebûn hat şewitandin. Li herêma Bodrmê bêtir darên Zeytûn, Berû, Çamên Sor, darên fistiqan û cureyên darên din hene. Ev hemû daristanên dîrokî ne. Daristan liqada çiyê û tahtê belav bûye. Bi zanebûn ev daristan hat şewitandin û ji bo rantê dixwazin rê li pêş mîmarê vekin.
Di sala 2015'an de li Bodrumê 5 hezar hektar daristan tev şewitî. Ji sedî 80 şewata daristanan bi zanebûn tê şewitandin. Ji ber ku herêm qadek turîzmê ye dixwazin li vir bingeha mimarê vekin. Ji ber ku Wezîrê Bajarvanî û Derdorê vê qadê ji mîmarê re vedike em nikarin dozê jî vekin. Em dozê vekin jî pere nake. Heta ku em dozê vekin jî dê îmar bi dawî bibe. 1'emîn Qada SÎT'ê bi guhertina zagnan dikin 3'emîn qada SÎT'ê û deriyê rantê li vir tê vekirin. "

Endezyarê Derdorê Caner Çiksali jî anî ziman uk anî ziman ku di sala 2015'an de li Gundoganê 35, li Orta Kentê 70, li Karabaglarê 250, li Îslamhaneleriyê 14 û li Derekoyê 55 hektar daristan tev şewitî û ev şewat bi zanebûn hatiye derxistin û wiha got: "Qadên ku hatin şewitandin tev li deryayê dinere û ev qatên hatine şewitandin bijartî ne.