Pirên dîrokî tune dibin

DENÎZLÎ - Pirên dîrokî yên li Denîzliyê ne û ji Dema Romayan mane, ji ber bi şaşî hatine sererastkirin û nayên parastin bi tunebûnê re rû bi rû ne. Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê yê Îzmîrê Erol Akcan diyar kir ku hikûmet bi çêkirina riyan pesnên xwe dide lê di parastian cihên dîrokî de di refa xwede maye.

Pirên dîrokî yên li Denîzliyê ne û ji Dema Romayan mane, ji ber bi şaşî hatine sererastkirin û nayên parastin bi tunebûnê re rû bi rû ne. 21 pirên di dema 10’emîn a Romayê demane di halê nayên bikaranîn de ne. Gelek ji van piran di bin baraja li Denîzliyê hat çêkirin de man û tune bûn.

Yek ji pirên ku ji Dema Roma heta roja me ya îro hatiye Pira Bayitalan Roma a li ser çemê Kemerê ya li navçeya Çal hatiye çêkirine. Pir 2 metre fireh û 15 metre jî bilinde. Pira ku lingên wê li ser kevirên mezin hatine danîn, di demên cuda de hatiye sererastkirin û ji ber sererastkirina şaş reseniya xwe winda kiriye. Pira ku ji bo xwe bigire stûnek li ber hat çêkirin êdî nayê bikaranîn.

BI DÎNAMÎTÊ HAT HILWEŞANDIN

Pirek din a li navçeya Sarakoya Denîzliyê hatiye çêkirin jî Pira Ahmetlî ye û li ser çar lindan hatiye danîn. Dirêjbûna pirê 55 metre, firehbûn 4.75 metre ye. Du stûnên wê yên li aliyê bakur di dawiya Yekemîn Şerê Cîhanê de ji bo pêşî li pêşketina Yunanan bigirin bi dînamîtê hat hilweşandin. Pira ku ji berêb traverten hatiye çêkirin di dema Komarê de her du lingên wê yên hatine hilweşandin bi betonan hatine çêkirin û ev jî hişt ku pir resentiya xwe winda bike.

Pira Bedîrbey a li 300 metre başûrê gundê Bedîrbey a navçeya Acipayamê li ser Çemê Dalaman (Îndos Nehrî) hatiye çêkirin, li ser riya Themîsonîon-Kîbyra Antîk cih digire.pira ku ji kevirên blok hatiye çêkirin pênc çaviye, 2 giroverên li aliyê bakur tiştek jê ne hatine, firehiya pirê 3.50 metre bi raxerên xwe ve 40 metre bilinde. Pira Bedîrbey ku di dema Romayan de hatiye çêkirin, di dema Selçukiyan de hatiye bikaranîn û di dema Osmaniyan de jî bi kevirên moloz hatiye sererastkirin û tê dîtin ku reseniya xwe winda kiriye.

DI NAVA ROBAR DE LI BENDA TUNE BÛNÊ YE

Pira Cîndere ku li nava sînorên gundê Cîndere ya navçeya Guneya Denîzliyê ye yek ji pirên herî girîng ên li ser Robarê Menderesê ye. Kemera pirê ku ji 4 kemberên biçûk û 2 yên mezin pêk tê Geliyê Menderesê bi hev ve girê dide li ber xwe dide, kembera nîvekê hilweşiyaye û lingên ku kemberan bi hev ve girê didin jî di nava robar re ji qedera xwe re hatiye hiştin.

21 pirên ku her yek ji demeke dîrokî re şahidî kirine ji ber sererastkirina şaş resentiya xwe windakirine, an ji ber bêxweditî an jî sererastnekirinê hilweşiyan ne yan jî ji ber barajên hatine çêkirin hilweşiyane. Xala hevpar a 21 piran ewe ku roja me ya îro nayên bikaranîn e.

DIVÊ DEMILDEST BÊN PARASTIN
Berdevkê Meclîsa Ekolojî û Jiyanê yê HDK’a Îzmîrê Erol Akcan, diyar kir ku niha di rojeva Meclîsa Ekolojî û Jiyanê ya HDK’a Îzmîrê de pirên dîrokî heye û wiha got: “Ev pir yek ji mîrasên herî girîng ên ji mirovan re hatine hiştinin. Wekî li Egeyê li hemû cihan pirên dîrokî û cihên dîrokî ji aliyê pergalê ve ji sermayeyê re tê pêşkêşkirin. Pirên li ber dem li ber xwe didin, niha bi bêxwedîbûn û bêeleqedarbûnê re rû bi rû ne. Hikûmeta ku bi çêkirina 10 hezar kîlomtre rê pesnên xwe dide di mijara cihên dîrokî de di refa xwe de maye.”