NAVENDA NUÇEYAN - Awûstûrya ji bo parastina xweza û ekolojiyê armanc dike ku di nava 13 salên pêş de herî kêm bi 40 mîlyar Euroyî razemeniyê ji bo enerjiya dikare nû bibe, bike û bibe 'Dewleta Model a Hawirdorparêz'.
Serokwezîrê Awustûrya Chrîstîan Kern li platformeke li bajarê Welsê têkildarî projeyên hikûmetê axivî û diyar kir ku welatê wan wê hê bêhtir berê xwe bide enerjiya dikare nû bibe. Kern anî ziman, ew dixwazin bibin 'Dewleteke Model a Hawirdorparêz' û armanca wan ew e, heta sala 2030'î bi 40 mîlyar Euroyî razemeniyê li vê qadê bikin. Chrîstîan Kern qala bernameya 'Plan A' jî kir û ragihand, ew dixwazin muçeyê kêmtirîn bigihînin 1500 Euro, giraniya burokratîk sivik bikin û derfetan bidin şîrketan. Kern diyar kir, ew plan dikin heta sala 2020'an bi qasî 200 hezar cihên kar bafirînin û îdîa kir, ku ji bo dema pêş jî wê ji her kesî re kar bafirînin. Kern da xuyakirin, ku li ser kesên zêdeyî mîlyonek Euro weke mîrate maye .