Li Foçayê rûxandineke nû ya dîrokî!

ÎZMÎR- Li Foça ya ku berê bi talana qadên dîrokî di rojevê de bû, vê carê jî qada sîtê ya ku qada şanoya antîk û aşên antîk lê ne, ji bo îmarê hatin vekirin.

Herêma Alîaga Foça ya ku berê bi talana Bajarê Kyme Antîkê ketibû rojevê, vê carê jî niha li ser biryar û hewldanên derhuqûqî yên Lijneya Parastina 2’yemîn û Şaredariya Foçayê bi îmarê re bi talaneke nû re rû bi rû ye. Li Foçayê li herêma qada sîtî ya qada şanoya Antîk, aş û xeraca bajêr lê ye niha bi pêşnûmayeke îmaraê ya nû re di rojevêd e ye. Heke pêşnûma têkeve meriyetê, wê raçînga dîrokî ya li herêmê bi temamî tune bibe. Li dijî vê pêşnûmaya ku wê xesarê bide bermayiyên hezaran salî, bertek jî her diçe zêde dibin.

'TESDÎQA DERHUQÛQÎ YA 2’YEMÎN LIJNEYA PARASTINÊ’

Berdevkê Hewldana Jiyana Xwezayî û Çandî Ahmet Tûncay Karaçorlû yê ku pêşnûma nirxand got, li Foçaya ku qadên dîrokî lê zêde ne, bi sepandin û biryarên xelet û derzanistî dixwazin wê bi talaneke îmarê ya nû re veguhezînin. Karaçorlû diyar kir ku, qada ku şanoya antîk û aş lê ne, bi tesdîqkirina derhuqûqî ya 2’yemîn Lijneya Parastinê ku di warê qrikirina çandî de bi sabiqeye niha ji bo avahîbûnê hatiye vekirin û texrîbata herêma Bajarê Kyme Antîkê ya berê bi bîr xist.

RAYEDAR AGAHÎ NEDAN!

Têkildarî pêşnûmayê em li Şaredariya Foçayê geriyan, lê agahî nedan. Li gel vê Şaredariya Alîagayê jî got, muxatabê vê rewşê ne ew in.