Baroya Dersimê: Em ê destûr nedin bêhiqûqiya HES’an a li Munzurê

DERSIM - Baroya Dersimê derbarê biryara “îstîmlaka lezgîn” ya Lijneya Wezîran a bi armanca Bendava Konaktepe û HES I û HES II ku tê plankirin li ser Rûbarê Munzurê bê çêkirin da de civînek çapemeniyê li darxist û diyar kir ku ev biryar li dijî hiqûqê ye û ew ê destûr nedin bêhiqûqiya HES’an a li Munzurê.

Baroya Dersimê derbarê biryara “îstîmlaka lezgîn” ya Lijneya Wezîran a bi armanca Bendava Konaktepe û HES I û HES II ku tê plankirin li ser Rûbarê Munzurê bê çêkirin û di rojanemeya fermî de hat weşandin de civînek çapemeniyê li darxist. Di civîna li Baroya Dersimê hat li darxistin de Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim axivî. Yildirim, diyar kir ku bi briyara Lijneya Wezîra dê Geliyê Munzurê ku ji sala 1971’an ve were Parka Neteweyî ye 4 Bendav û 5 HES bên çêkirin.”

‘PÊWÎSTÎ BI RAPORA ÇED’Ê HEYE’

Yildirim da zanîn ku di doza li dijî projeya bendevan herî mezin a bendava Konaktepe, projeyên Konaktepe HES I û HES II hatiye vekirin de Daîreya 13’emîn a Şuraya Dewletê biryara raxwestandina rêvebirinê daye û wiha got: “Ji bo lîsansa hilberîna ceyranê bê dayîn pêwîstî bi rapora Nirxandina Bandora Derdorê heye.”


‘EM Ê DESTÛR NEDIN BENDAV Û HES’ÊN BÊHIQÛQ ÊN Lİ MUNZURÊ’

Yildirim, anî ziman ku ligel hemû biryarên ku şuraya dewletê dane jî Şureya Wezareta Bajarvanî û Derorê biryarê ji nedîtî ve hatiye û projeyên HES û bendavan ên ku dixwazin bên çêkirin erê kiriye û wiha axivî: “Doza li dijî plan û projeyan hatiye vekirin hêjî li Dadgeha Îdarî didome û biryara di çarçoveya dozê de biryara divê pispor û keşîfkar lêkolînan bikin hat dayîn. Li gorî hukmên Peymana Daîreya Parastina Mîrasên Xwezayî û Çanda Cîhanê divê Parka neteweyî ya Geliyê Munzurê bikeve Lîsteya Mîrasa Çandî ya Cîhanê. Em ê destûr nedin ku mîrasa xwezayî û çandî ya Dersimê li Munzurê bendav û HES’ên bêhiqûqî bên çêkirin.”