MÊRSÎN - Li Tarsusê beriya 78 salan ji bo li qada sanayiyê bê bikaranîn, daristana Karabucak a tenê ji darên okalîptûs hat avakirin, di nava sê salan de hemû dar hatin birîn û dara bi navê “Çar Bira” ku wekî pîroz tê dîtin û ji ber 4 kokên wê hene ev 78 salin kesek destê xwe nadeyê.
Daristana Karabucak a li Tarsusa Mêrsînê ku yekemîn xebata bi plan û proje ya Tirkiyeyê ye, beriya 78 salan ji ber pêwîstiya madenên komurê li qada avzêl hat avakirin. Di daristana ku ji bo qaxez, ambalaj, dermanên kozmetîk û sanayiyê li ser qadek berfireh hat avakirin de, hemû dar yek bi yek hatin jêkirin, ji bo madeyên xam ên sanayiyê hatin bikaranîn û di daristanê de tenê darek heye ku ev 78 sale kesê destê xwe lê nedaye.
Dara okalîptûsê ya bi navê “Çar Bira” ku di nava gel de wekî dara pîroz tê dîtin, ji ber zextên gundiyan û ji daristanvanan ditirsin tenê çiqlên wê tên birîn. Halk arasında ormanın kutsalı olarak bilinen ve “Dört Kardeş” olarak isimlendirilen okaliptüs ağacı, köylülerin baskısı ve ormancıların çekincesi nedeniyle sadece budanabiliniyor.
KESEK DEST NADE DARA KU PÎROZ TÊ DÎTIN
Murat Gokbaş diyar kir di şertên normal de darên okalîptûs li ser kokekê şîn dibin lêdara bi navê “Çar Bira” beuvajî darên din li ser 4 kokan şîn bûye û wiha got: “Darên wiha kêm tên dîtin. Darên okalîptûs ên di nava gel de pîroz tên dîtin di nava 3 û 10 salan de tên jêkirin, dar wiha dikarin xwe nûbikin û darên ji kokê tên birîn li şûna wan tenê 3 kok derdikevin.”