Dîlovasi di bin dûxana komirê de fetisî

KOCAELÎ - Li Dîlovaya ku depoyên komurê û qadên jiyanê di nava hev de ne, gel ji ber toza komurê havîn-zivistanê nikarin paçên xwe vekin. Serokê Komeleya Tendirûstî û Ekolojiyê yê Dîlovayê Îsmaîl Samî, diyar kir ku toza komurê ku jiyna mirovan dixe xeteriyê tozekî ku diçe cigeran û nexweşiyan derdixîne holê ye û her roja diçe nexweşiyên bêhn girtinê zêde dibin.

Li navçeya Dîlovaya Kocaeliyê ku yek ji herêmên mezin ên sanayiyê yên Tirkiyeyê ye qirêjiya derdor her ku diçe zêdetir dibe. Serokê Komeleya Tendirûstî û Ekolojiyê yê Dîlovayê Îsmaîl Samî, bal kişand ser sanayiyên li navçeyê zêde bûne û diyar kir ku herî zêde toza komurê dibe sedema qirêjbûna derdor.

Samî, da zanîn ku wan mijar ji rayedaran re ragihandine û wiha got: “Me dosya dan û girtin. Lê hêjî toza komurê ne sekinî ye. cihên depoyên komur û cihên jiyanê di nava hev de ne. Toza komurê jiyana mirovan dixe xeteriyê. Ev tozeke ku malê qirêj dike, dikeçe cigeran û nexweşiyan derdixîne. Me di rapora ku derbarê toza komurê de ji TUBÎTAK'ê re şand derket holê ku bandorek nerênî li ser jiyana mirovan dike. Karkerên di depoyên komurê de dixebitin nexweşiya bênhgirtinê bi wan re çêbûne û ev her ku die zêde dibe. Dîlovasi warê bi cih bûnê ye lê ji ber çiqarên aboriyê bi tendirûstiya gel dilîzin. Ez bang li dewletê dikim; kesên li vir jî dijîn mirovin. Kesên ji Stenbolê dema li vir re derbas dibin pacên xwe digirin û wiha derbas dibin. Dîlovasi terkî qedera xwe hatiye kirin. Bêgoman rantek mizin li vir heye.”

Keyayê taxa Turgut Ozalê Mehmet Şîrîn Bariş bi lêv kir ku ji bo demopay komurê ya li taxê bê rakirin wan bi kesên peywirdar re hevdîtin pêk anîne û wiha pêde çû: “Lê me tu encamek ne girt. Ji ber cih li ser qada stratejî hatiye çêkirin nexweşxaneya dewletê, 4 dibistan û taxa me jê bandor dibe. Toza komurê jiyana me dije talûkeyê.”

‘EM NIKARIN PACÊN XWE VEKIN’
Jina bi navê Leyla Bariş jî destnîşan kir ku havîn-zivistanê ew nikarin pacên malê xwe vekin û wiha domand: “Nexweşên kronîk û astimê rewşa wan ne baş dibe. Me li pêş şaredarî û walîtiyê çalakî li dar xist, lê kesekê em muxatap e girtin û ji bo depo bên rakirin em ê carek din çalakiyan pêk bînin. Mehên havînê ligel ku germe jî em nikarin pacên xwe vekin. Li nêzî depoyan nexweşxane û dibistan hene, rayedar çima vê nabîne. Lê di dema dengan de me dibînin. Gotin ‘deng bidin AK Partiyê hûnê ji toza komurê rizgar bibin’ ka rizgar bû.”

‘LIGEL NEXWEŞXANEYÊ DEPOYA KOMURÊ DIBE?’

Welatiyê bi navê Emrah Karakaş jî wiha axivî: “Çêkirina depoyan li nêzî qadên jiyanê ‘xespa mafê jiyanê’ ye. Ev darbeyeke ku li me xistine. Ger li vir gelê zengîn hebûya wê rewş cudatir bûya. Ger gelekî ku li gelê xwe bi pirsiyapa hebaya dê rewş cudatir ba. Em ê di demên pêş de çalakiyan li dar bixin. Em difikirin kesên li wir dixebitin û karsazan rehîn bigirin û bişewitînin. Ev bi vekirî gef dixwim. Ger rayedar ji vê re çareseriyekê ne bîne, em ê bi vî rengî gele xwe biparêzin. Rayedar dibêjin wir tepokiriye û ew qas tê bikaranîn. Ma tiştek wiha dibe? Li vir zarok û nexweşxane heye. Li tu cihî ligel nexweşxaneyê depoya komurê nabe.”