EDENE - Li navçeya Seyhana Edeneyê piştî ava Grava Sevgî ya di nava Bendava Seyhanê de cih digire, piştî ava bendavê nizm bû her kesî berê xwe da gravaê û derketin seyranê. Mirovên diçin gravê li hemberî dîmenên xwezayê yên rengîn sermest dibin.
Li Edeneyê di demsala zivistanê de tîna rojê mirovan ji hundir mal û bajaran derdixe û berê wan didin nava zevî û xwezayê. Piştî ava bendava Gola Seyhanê nizm bû, her kesî berê xwe da Grava Sevgî ya di nava golê de. Ji ber dîmenê rengîn yê xwezayê her kes berê xwe dide gravê û tama reng û dîmenên xwezayê derdixin. Dîmenên li gravê hem bi roj û hem jî bi şev mirovên diçin seyranê sermest dikin. Welatî bi maşîne û motosikletan berê xwe didin gravê û dama wê derdixin. Piştî ava gravê nizm bû hin kes diçin seyranê û xwarina mangalan çêdikin. Hin kes diçin wêneyan dikişînin û hin kes jî diçin tama dîmen û tavê derdixin. Kesên diçin Grava Sevgî bêyî wêne nekişînin venagerin.