Gelê Çewlikê Santrala termîkê naxwaze

ÇEWLIG - Li bajaroka Sancakê ya Çewligê Santrala Termikê ku di 2013'an de dest bi xebatên wê kirin û piştre rawestandin, piştî pêvajoya şer dîsa dest bi xebatên wê kirin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber ev santral dê zerarê bide xwezayê dê destûr nadin.

Wezareta Bajarvanî û Derdorê di 2013'an de destûr dabû ku li gundên Simsor û Başkoy ên bajaroka Sancakê santralên termîkê bên avakirin. Lê piştî bingehê wê hatibûn avêtin piştî demekê xebatên van santralên termikê hatibû rawestandin. Piştî li herême şer pêş ket, rayedarên dewletê plan dikin ku ji nûve ava bikin û dest bi xebatên wê kirin. Welatiyên herêmê bertek nişan dan û diyar kirin ku ew destûr nadin vê yekê. Welatiyên Sancakê anîn ziman ku ger ev santral bê avakirin dê zerarek mezin bide xwezayê.

'DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE NAVBER DAN, DI ŞER DE DÎSA DEST PÊ KIRIN

Welatiyê bajarokê Ahmet Balaman bal kişand ser pêvajoya avakirina santralê û wiha got: “Di 2013’an de komek rayedarên Wezareta Bajarvanî û Derdorê hatin vir. Bi Şaredarê wê demê re hevdîtin kirin. Piştre xebatkarên şaredariyê û mixtar kom kirin. Wê demê gotin dê santrala termîkê ava bikin. Wekî ku nerîna gel stendin û erê kirin rapor nivîsandin. Piştre zêde pesnê wê dan û wekî tiştekî pir baş nîşan dan. Lê wê demê me got em naxwazin û me nerazîbûn û bertekên xwe anîn ziman. Pişti me qebûl nekir neçar man ku biryarê rawestînin. Wê demê pêvajoya çareseriyê bû. Di pêvajoya çareseriyê de rawestandin, şer dest pê kir dîsa dest bi avakirina wê kirin.

LI KOMIRÊ DIGERIN

Balaman, anî ziman ku ji bo santralê ava bikin dest bi xebatê kirine û li komirê digerin. Balaman, da zanîn ku lêgerîna komirê ji bo avakirina santralê ye û wiha got: "Ji ber ku li vir komir heye li komirê digerin. Li gorî agahiyên muteahdan niha santrala termîkê di pêvajoya îhalê de ye. Ger ku ev santral bê avakirin dê zerarek mezin bide derdora Çewligê. Santrala ku bê avakirin di nava bajarokê de tê avakirin. Zê hemû xwezaya bajarokê û Çewlikê qirêj bike û zerar bide. Ger ku ev santral ava bibe dê sewalkarî, mêşvanî û çandiniyê tevî tune bike. Êdî kes nikare li vir bijî. Em destûr nadin ku santral li vir bê avakirin. Em li vir santralê naxwazin. Ger ku em li hemberî vê santralê dernekevin em dê ji jahra wê bimirin."

SEWALKARÎ NAMÎNE

Welatiyê bi navê Cuma Kemakli jî anî ziman ku debara herêmê sewalkarî û mêşvanî ye û ger ku ev santral bê avakirin dê sewalkarî bi dawî bibe. Kemeklî, da zanîn ku ew naxwazin sewalkarî tune bibe û dê destûrê nedin vê yekê.

EM DESTÛR NADIN

Kalê 70 salî Zeki Gundogdu jî anî ziman ku ew li vir santrala termîkê naxazin û destûr nadin ku li vir santral bê avakirin. Gundogdu, da zanîn ku pêdiviya wan ji santralê tune û santral dê gelê vir jahrînî bike û wiha got: "Heta ji destê me bê em dê li dijî vê yekê derkevin û em destûr nadin avakirina santralê. Sala par dîsa xwestin santralê ava bikin. Lê gelê vir li dijî santralê 400 îmze kom kirin. Gelê vir santralê naxwaze. Em naxwazin."


Semra Turan - dihaber