DERSIM - Şêwira Dewletê biryara "Îstîmlakina lezgîn" a ji bo projeya HES'ê ya Çemê Tagarê betal kir û xera kir.
Lijneya Wezîran di 21'ê Hezîrana 2016'an de ji bo li ser Çemê Tagarê HES bê avakirin biryara "Îstîmlaka lezgîn" da. Piştî şêniyên herêmê û parazvanên mafên xwezayê serî li dadgeha bilind û Şêwira Dewletê da, Şêwira Dewletê biryara Lijneya Wezîran xera kir. Şewira Dewletê biryara "Îslimlaka Lezgîn" a ji bo projeya HES'ê ya Çemê Tagarê betal kir. Parêzer Bariş Yildirim diyar kir ku ev miryar ji bo wan mînak e û biryara "Îstimlaka lezgîn" li dijî hiqûq û mafê xwezayê bû.
Yildirim, anî ziman ku biryara Dadgeha Îdarî ya Şêwira Dewletê ji bo parastina Çemê Mûnzurê biryarek mînak e û wiha got: "Ev biryar dê ji bo projeyên Bendava Konaktepe, projeyên Konaktepe HES I - Konaktepe HES II yên "Biryara Îstimlakkirina Lezgîn" û projeyên HES'ê yên din jî dê bibe mînak. Yildirim, da zanîn ku Lijneya Daîreya Dozên Îdarî ya Şewira Dewletê diyar dike ku biryara Îstimlakina lezgîn tenê ji bo rewşê parastina welat û rewşên awarte tê ceribandin. Ji ber vê yekê ji bo projeyên HES'ê biryarên Îstîmlakkirina lezgîn nayê dayîn.