Soza CHP'ê ya qada kesk bû 'qada xizmetê'

ÎZMÎR - Şaredariya CHP'î ya Karşiyaka di hilbijartinê de soz da gelê taxê ku Parka Nergîz wekî "Qada Kesk" bê hiştin. Lê derket holê ku di imara planê de wekî "Qada xizmetê ya Şaredariyê" derbas dibe. Şêniyên taxê daxwazname dan û diyar kirin ku ew bi fikarin ku qadê li îmarê vekin.

Şaredariya CHP'î ya Karşiyaka ya Îzmirê Parka Nergis ku li taxa Nergîsê wekî qada kesk a bi dar û ber tê zanîn, ji plana îmarê re vekir. Şaredariya Karşiyaka di sala 2014'an de xwest Parka Nergisê ji îmarê re veke. Lê ji ber ku şêniyên taxê bertek û nerazîbûn nîşan da, şaredariyê soz da ku dê dîsa wekî qada kesk bimîne. Lê derket holê ku şaredariyê soza xwe pêk neanî û Parka Nergisê ku wekî qada kesk tê zanîn di planê de wekî "Qada Xizmetê ya Şaredariyê nîşan daye.

Platforma Gel a Karşiyaka, ku di navde ekolojîst jî hene daxwazname dan û bertek nîşan dan. Endamên platformê di daxwaznameyê de diyar kir ku bêyî bi gel bişêwirin vê biryarê bidin ne rast in û xwestin di fermiyetê de jî wekî "Qada Kesk" bê zanîn.

'EV PLAN BI SAKINCE YE'

Endamên Platformê di daxwaznameyê de diyar kirin ku Parkê wekî "Qada Xizmeta Şaredariyê" nîşan didin û dê di demê pêş de jî dîsa li gorî daxwaza xwe bikin plana îmarê. Biryar û planên ku bên amadekirin bêyî ku bi gelê herêmê bişêwirin bên dayîn, li dijî feraseta rêveberiyên herêmî ne.

Em wekî mirovên koma kedê dixwazin meclîsa şaredariyê Parka Nergisê wekî "Qada Kesk" bê ilan kirin û encama wê bi mere bê parvekirin.

'TALÛKEYA BIKIN MÎMAR DIDOME'

Serokê Şaxa Odeya Plansaziya Bajar a Îzmirê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku ji bo park wekî qada kesk bê hiştin daxwazname dane şaredariyê û li benda encama wê ne. Karaçolu, ani ziman ku ji ber Parka Nergisê di planê de wekî Qada Kesk nayê derbas kirin ew vê yekê talûke dibînin û wiha got: "Hêj Park wekî 'Qada Xizmetê ya Şaredariyê' di plana îmarê re derbas dibe. Parka Nergisê hêj wekî Qada Xizmetê ya Şaredariyê tê zanîn û dîtin. Ji ber vê yekê rîska ku li vir mîmarî û avahî bê avakirin heye. Ger ku îro projeya 3 qat hebe dê sibê projeya 10 qat jî ava bikin. Di serdema Cevat Durak de jî me ev nêzîkatî dît. Em îro vê yekê di serdema Mutlu Akpinar de jî dibînin.

'EM DIXWAZIN WEKÎ QADA KESK BE'

Karaçorlu, destnîşan kir ku ew dixwazin ev qad wekî qada kesk bê hiştin. Em wekî plansazên bajar û derdorparêz li dijî vê planê ne. Em dixwazin ev qad wekî qada kesk bê hiştin."