ÎZMÎR - Rêxistinên hawirdorê li dijî 25 pêşnûmayên RES'ê yên tê plankirin dê li gundê Çamavlû yê li zozanên Kozaka Bergamayê ye bên çêkirin bertek nîşan dan. Ekolojîst Ertugrul Barka wiha got: "Bi van pêşnûmayan re xesarê didin qalîteya jiyana mirovan."
Santralên Enerjiya Bayê (RES) ên di demên dawî de li Egeya Bakur her diçe zêde dibin, yeke din jî li van santralan hat zêdekirin. Niha ji aliyê şîrketa Balikesîr RES'ê ve tê plankirin ku li gundê Çamavlû yê li zozanên Kozaka Bergamayê 25 heb pêşnûmayên RES'ê bên çêkirin. Li herêmên ku tê xwestin RES lê bên avakirin, herêmên çandiniyî û çêreyê ne.
'DÊ QIRÊJIYEKÊ HENGAMEYÎ BIAFIRÎNE'
Ekolojîst Ertugrul Barka, anî ziman ku ji ber RES li ser riyên koçberiyê yên çivîkan e, di serdema koçkirina çivîkan de dibin sedema mirina bi sedan çivîkan û got, ev bi rêbazên zanistî hatine tespîtkirin. Barka wiha got: "Di vê mijarê de xebatên TUBÎTAK'ê hene. Ev dibin sedema qirêjiya elektromagnetîkê. Ji ber xwtêdana bayê ev pêldarî çêdibin. Ji ber li zeviyên berhemdar tên çêkirin, ev xesarê didin riweka xwezayî û heywanan. Dibin sedema qirêjiya hengameyî."
Barka wiha domand: "Deşta Sokeyê jî bi vana tije kirin. Bi hengameyê xesarê didin tenduristiya ruhî ya mirovan. Nahêlên bi awayekî berhemdar bijîn. Dema hûn nexşeya bayê ya Tirkiyeyê derdixin, li gelek herêman gir hene. Lê belê sedema bi awayekî zêde li van dera tê çêkirin, ew e ku li van deran bicihbûyîna bajarî û bicihbûyîna sanayiyê zêde ye."
'DEWLET TEŞWÎQ DIKE'
Barka, anî ziman ku santralên termîk, nukleer û hîdroelektrîkê ekosîstemê dirûxînin û wiha domand: "Ev li Tirkiyeyê zêde kirin. Dewlet teşwîq dike. Di veberhênaniya enerjiyê de, ne mumkune ku tu bixisirî. Ev jî dibêjin ji xwe ev enerjî xwe nû dike û berê xwe didin ya ba û rojê. Bi van veberhênaniyan xesarê didin jiyana xwezayî û xesarê didin qalîteya jiyana mirovan. Hûn ne li dijî enerjiya ku xwe nû dike ne, lê belê hilbijartina cihê vana çewt e. Bi vî terhî tê kirin. Em li dijî hilbijartina cihên bi vî terhî ne."