'Dareke me ya em bibirin jî tune ye'

STENBOL - Endamê Parastina Bajar a Stenbolê Mîmara Peyzajê Çagdaş Ozturk, bertek nîşanî înşeata li Parka Maçka dest pê kiriye da û wiha got: “Em wekî Stenbolî ne darek me ya em bidin û ne jî darek me ya em bibirin heye. Em dê qada kesk biparêzin."

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Projeya Tunela Dolmabahçe-Levazım-Baltalimanı-Ayazaga erê kir. Piştî şaredariyê porje erê kir û şîrketê dest bi kolandinê kir. Bertek û nerazibûnên li dijî projeyê û talankirina xwezayê zêde dibin. Endamê Parastina Bajar a Stenbolê Peyzaj Mimarı Çagdaş Ozturk, endamê Foruma Maçka Forumu Endezyarê Înşaatê Ersin Kiriş bertek nîşanî projeyê dan. Ozturk, bertek nîşanî înşeata li Parka Maçka dest pê kiriye da û wiha got: “Em wekî Stenbolî ne darek me ya em bidin û ne jî darek me ya em bibirin heye. Em dê qada kesk biparêzin." Ozturk anî ziman ku ev projeya rantê ye û dê destûrê nedin vê yekê. Ozturk, anî ziman ku proje ji Parka Maçka dest pê dike û heta Fulya, Levazım berdewam dike û wiha got: "Ev proje jie Balta Limanı, Armutlu, Sarigazi dest pê dike û heta Pira 3'emîn berdewam dike. Ev proje tenê Parka Maçka eleqeder nake. Ev proje bandorê li Sarıyer, Şişli, Beşiktaş û hemû Stenbolê dixe bin bandora xwe. Parka Maçka parka herêmê ya herî mezin e. Ne tenê mirovên herêmê, hemû mirovên herêmê ten li vê parkê bêhna xwe didin. Ev parka hemû herêmê ye.

‘TALANKIRINEK MEZINTIR HEYE'

Ozturk, anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi vê projeya 3 hezar û 500 metre kare xwezayê talan dike û wiha got: "Dema em li vê projeyê dinerin û lêkolîn dikin em dibînin ku ev proje bêtir talan dike û wêran dike.

Ozturk, destnişan kir ku fîrmayên betonê dest bi xebatê kirine jî û wiha got: "Dê biçin qadên kesk ên bin Hiltonê. Agahiyan vedişêrin. Em rewşa Stenbolê dibînin. Dixwazin projeya mega ava bikin. Em weki parazvanên xwezayê û qada kesk, û wekî gelê Stenbolê ne dara me ya ku em bidin û ne jî darek ku em bidin birin heye. Em destûr nadin ku betonê berdin pêşeroja me.

ŞAREDARIYA BÊŞÎKTAŞÊ JÎ DI NAVA PROJEYÊ DE YE

Ozturk, anî ziman ku ji bo parastina Parka Maçka di nava têkşînekê dene û wiha got: "Em wekî parazvanên derdorê û şêniyên taxê vê yekê îtîrraz dikin. Em dê îtîraza xwe berdewam bikin. Şaredariya Beşiktaşê ji di navde ye. Şaredarê Beşîktaşê Murat Hazinedaroglu şirîkê vê projeyê ye.

EM LI DIJÎ VÊ PROJEYÊ NE

Endamê Foruma Maçka Forumu Endezyarê Înşaatê Ersin Kiriş bertek nîşanî projeyê da û wiha got: “Tunel vê parkê dixin bin dorpêçê. Dixwazin dora Parka Maçka dorpêç bikin. Ger ku ew qas xwezayê diparêzin em cih nîşanî wan bidin bila biçin li wir çêkin. OTela Gok Kafes Otel heye. Avahiyek kaçak e. Bila kerem bikin biçin li wir projeya xwe çêkin.