ÎZMÎR - Halîme Çorak û Cuneyt Karakaya yên ku jiyana kapîtalîzmê red kirin û li 450 metre bilindahiyê çewlîka Aralçakê ava kirin li vir di nava xwezayê de jiyana xwe didomînin.
Halîme Çorak (43) û Cuneyt Karakaya (46) yên ku jiyana kapîtalîzmê red kirin ji kare xwe yê bankeyê îstîfa kirin li gundê Turgutlar a naçveya Menemena Îzmîrê bi cih bûn û di ji sala 2013’yan heta niha li ser 12 û nîv domin erazî Çewlîka Aralcak ava kirin.
Li çawlîka ku 450 metre nêzî çiyayê Dumanliye jiyanek bi xwezayê re tê avakirin. Li Aralcakê ku 250 dar hatine çandin, di mal bi beran hatiye çêkirin û li gorî hevsengiya xwezayê ye de malbat jiyana xwe didomînin û ji bo kesên tên mêfandayiyê jî malên bi türbe tên çêkirin.
BEXÇEYEK BÊ PERE
Li çewlîkê mirîşk, qaz, mêş, kuçik û pisîk bi hevre dijîn, dildarên xwezayê jî li nava bexçe fêqiyan kom dikin û ji nêrîna lawiran heta avakirina xaniyên ji turbeyan xebatek kolektif tê kirin. Amûrên ku havînê tên bidest xistin, bi riya tav û konserveyan tên hiştkirin û ji bo zivistanê tên amadekirin, sewzeyên ji bexçe tên bidestxistin bê pere bi ziyaretvanan re tê parvekirin. Pêwîstiya avê ya çewlîka Aralcak jî bi kaniya ji çiyayê Dumanliyê tê, tê pêşwazîkirin û berhemên li çewlîkê jî bi şêweyê dilopî tê avdan.
Li Çewlîka Aralcak pêwîstiya ceyranê jî ji enerjiya tavê tê bidestxisitn. Cuneyt Karakaya, diyar kir ku xweza tiştên ku mirov dixwaze dide mirovan û wiha got: “Havînê tav her tim heye. Ji ber germe em sarincê bikartînin. Enerjiya em ji tavê digirîn jî ji bo sarincê têr dike. Zivistanê jî hewa sare pêwîstiya me bi sarincê namîne. Em şi Aralcakê bi hêza xwezayê re di nava hevsengiyê de ne. Em naxwazin mudaxeleyî xwezayê bikin. Xweza dê tola xwe ji pergala ku heye rojekê bigire. Dibêjin ez çi bixwazin ez ê li xwezayê bikim lê xweza ji bo hesab pirsînê libenda wexte.”
‘ME LI DIJÎ KAPITALÎZMÊ XWEZA HILBIJART’
Karakaya anî ziman ku ew ji jiyana kapîtalîzmê reviyane li xwezayê bicih bûne û wiha axivî: “Kapîtalîzmê em birêve dibir, me li dijî wê jiyanek wiha hilbijart. Em li vir bêriya jiyana ku kapîtalîzmê ava kiriye nakin. Em naxwazin zarokan bidin vê pergalê. Ger zarokek me hebe em dixwazin li Aralcakê mezin bibe. Ev dewlet êdî nikare zarokan bi madî û manewî xwedî bike. Tu hêviyên me yên ku dê ev pergal baş be û dê biçe cihekî baş tune ye.”