Pira Malabadê dîrokê bi îro ve girê dide

AMED - Pira Malabadê ku bi dîrok û çîroka xwe navdar e, 9 selin hebûna xwe diparêze. Pira ku di lîsteya UNESCO de cihê xwe digire, dîrokê bi îro ve û îro bi dîrokê ve girê dide. Ev berhema efsûnî ku bûye pira di navbera dîrok, çand û mîmariyê, wekî nû hatibe avakirin zindî ye û her sal bi hezaran turist ji çar aliyên cîhanê tên ziyareta wê.

Li cîhanê yek ji pirên kevir a ku kemera wê herî dirêj Pira Malabadê ye. Pira efsûnî ku di lîsteya UNESCO’yê de cih digire, li ser Çemê Êlihê hatiye avakirin û bûye şahidê gelek şaristin, çîrok, stran û destanan. Pira ku bi kevirên neqişkirî û dîrokî hatiye avakirin, herema Xerzan û Amedê gihandiye hev û li gel ku pirê sedsalan li pey xwe hişt jî hemû xweşiya mîmariya wê ya dîrokî radixe ber çavan. Pir li gel sedan sal emrê wê heye jî wekî duh hatibe avakirin nûbûna xwe diparêze û her sal bi hezaran turîst tên dîtina wê.

Li bajarên heremê her cihek bi taybetmendiyên xwe yên dîrokî tên nasîn û ji ber xweşiya nîgarên dîrokî rastî serdana mirovan tên. Yek ji van cihên dîrokî jî Pira Malabadê an go Malabadî ye. Pira Malabadê ya di Îlona 2016'an de di lîsteya UNESCO'yê de cih girt piştî Pira Dehderî ya li Sûra Amedê kevintirîn wargeheke dîrokî ye ku herî zêde rastî serdana gelê heremê û turîstan tê. Tê gotin ku ev pir ji aliyê Bad kurê Dostik ê avakarê Dewleta Merwaniyan ve hatiye çêkirin. Li gorî eletexmînan Pira Malabadê di sala 1147’an ve hatiye çêkirin. Pir li ser çemê Batmanê yê di navbera Farqîna Amed û Hezoya Êlihê de hatiye avakirin. Aliyek xîmê pirê li şeqê gundê Malabadê ya Farqînê ye û aliyek din jî yê xîmê pirê li gundê Zîlana Hezoya Êlihê ye. Pir bi sedan sal ji rêwîtiya gelek şaristaniyan re bûye şahid û riyek qedîm e. Li cihek wisa stratejîk hatiye avakirin ku pir, herema Xerzan û Amedê digîhîne hev.

PIRA KEMER A HERÎ DIRÊJ

Gelek çîrok, stran û destan li ser pirê tên vegotin. Pira Malabadê bi neqş û kevirên xwe yên dîrokî û teşeya hemû xweşikî û bedewiya xwe radixîne ber çavan. Ev pira dîrokî her demsal ji çûn û hatina serdêran û turîstan re vekirî ye. Li rex pira dîrokî beriya niha gelek sal bere, pirek hesinî jî ji bo çûn û hatina wesayîtan hatiye çêkirin. Di bin pirê de ava çemê Êlihê ya keskayî diherike û ev masîvana li ber peravên xwe li hev rêz dike. Pir heta niha du caran, carek di sala 1989’an û carek jî di sala 2012’an ve hatiye restore kirin. Pira Malabadê di cîhanê de di nav pirên kevirî de ya ku kemera wê herî mezin e. Di hûndirê pirê de ode hene û kerwan û rêwiyan berê van odeyan wek cihê mayînê bikar anîne. Pir 150 metro dirêj e, 7 metor fireh û cihê herî bilind jî 19 metro bilind e.
PIR WEK ROJA XWE YA EWIL E
Pira ku bi sedan salan e li ser piya ye wek roja xwe ya berê hêj nûjeniya xwe diparêze û bi hemû xweşikiya xwe malovaniya turîstan dike. Cihên wek vê pirê yên dîrokî gelek ji wan hilweşiyane û bi tune bûnê ve rû bi rû ne. Ji ber kevirên saxlem û mîmariya wê ya resen şahidiya dîrokek li ber çavan dike. Bi taybetî rojên betlanê şemî û yekşemê rastî serdana welatiyan tê. Di van her du rojan de bi sedan mirov ziyaret dikin û ji xwe re li xweşikiya pirê û li ava çemê di bin re derbas dibe temaşe dikin. Çêkirin û mîmariya pirê mirovan matmayî dihêle.

LÊKOLÎNER DIBÊJIN ‘PIR A MERWANIYAN E’

Hin lêkolîner û zimanzan jî dibêjin ku navê resen ê pirê Malabadê yê û didin zanîn ku pir navê xwe ji peyva “Malbatê” digire. Her wiha hin lêkolîner û nivîskar didin xuyakirin ku Bad pêşengê eşîra Badikan a li Farqîn, Pasûr û Mûşê dimînin. Lêkolîner ji bon av û dîroka pira Malabadê wiha dibêjin: “Dîsa li gorî dîrokê di sala 1147’an ji aliyê Begîtiya Artukluyan ve hatiye çêkirin, lê ez ne bawer im. Hûn ê bibêjin çima? Artuklu çima wê navê Mala Badê lê bikin? Û serdestan xwestine ku avahîsaziya kurdan înkar bikin. Ku mirov bifikire ku dewleta Merwaniyan di 1085’an de hilweşiya be jî bandora wê domiyaye.”

ÇÎROKA BAD Û EVÎNDARA WÎ YA PIRÊ BALKÊŞ E

Zarokên biçûk yên ji gundê Malabadê ku rêberiyê ji pirê re dikin û li gorî extiyarên heremê qala pirê dikin wiha behsa çîrokê dikin: “Bad, evîndarê keçikeke ku li aliyê din ê çem dijî ye. Li ser çem pir tune ye. Bad nikare xwe bigihîne dildara xwe. Her roj her yek ji aliyekî, bi bangewaziyê bi hev re dipeyîvin. Arê evînê dilê wan diperitîne. Rojekê keçik li avê dixe û bêyî ku bigihîje cem Bad, dibe dilopek ji pêlên avê û di avê de winda dibe, lêgerîna Bad tu encamê nade. Radibe diçe cem Mîrê Farqînê û dibêje ‘Were em pirekê çêkin ku dildar bi rehetî herin cem hev.’ Mîr hurmetkarê evînê ye. Zilamên Mîr dest bi çêkirina pirê dikin, lê heta nîvî tên kember zêde bilind dibe, hev dikarin çêbikin. Mîr bangî Bad dike û jê re dibêje, “ma tu dikarî pirê biqedînî?’ Bad wisa bersivê didê ‘ku ez pirê biqedînim ez ê destê te yê rastê di zendê de jêbikim.’ Wisa li hev dikin û Bad pira nîvco mayî bi tena serê xwe, bi hêza evîna dildariyê, diqedîne û destên Mîr jê dike û navê pirê dikin ‘Mala Bad’ ango Pira Mala Bad, Pira Mala Badê. Tê gotin ku ew nîgar-rismê destê jêkirî ku li nîvê pirê ye, sembola destê Mîr ê jêkirî ye.”

CIHÊ BERXWEDANA RINDÎXAN: PIRA MALABADÊ

Yek ji çîroka rastî ku li ser pirê tê gotin jî ev e: “Rindîxana keça Mihemedê Eliyê Ûnis pêşengê eşîra Mala Eliyê Ûnis ku li dijî artêşa dewleta tirk şer dike, piştî bi binketina Serhildana Sasonê ya di sala 1926’an de dîl dikeve destên artêşa tirk û fermandarek ji ber xweşikiya wê serxweş dibe û dixwaze dest dirêjî wê bike. Rindîxana xweşik a şervan ku birîndare wisa dibêje; ‘Ez hêsîrê we me, hûn dikarin her tiştî bi min bikin, lê di nav sînorên xaka malbata min de ev nabe, hûn destdirêjiyê bikin ez ê xwe bikujim. Çemê Êlihê sînorê me ye, piştî wê derê tu dikarî têkildarî min bibî.’ Dema ku tên ser Pira Malabadê, Rindîxan dixwaze cara dawîn li xaka bav û kalên xwe binêre û ew jî destûrê didinê. Û hêdîka dimeşe ser pirê û xwe diavêje bextê pêlên çemê pîroziya axa xwe. Beriya ku xwe bavêje, dibêjin wisa qîriyaye;

Ez im rinda Rindexan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey tirkê tacik
Karê we çi ye li van ciyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslim nabim destên neyar û naçim bê ar.”

ÊLIHÎ Û FARQÎNÎ LI SER PIRÊ LI HEV NAKIN

Yek ji çîrokên pêkenok ku li ser pirê tê gotin jî ew e ku Farqînî û Êlihî li ser Pira Malabadê li hev nakin. Êlihî dibêjin “Pir a me ye” û Farqînî dibêjin “Pir a me ye.” Heta niha ev nîqaşa di navbera Êlihî û Farqîniyan de bi dawî nebûye û nehatiye zelalkirin pir a Êlihê ye an jî ya Farqînê ye.

Bîlal Guldem - dîhaber