Jehriya Krom San’ê bi riya nebatan li Tirkiyeyê belav dibe

MÊRSÎN - Tê diyarkirin ku bermayiyên kanserojen ên fabrîkaya Krom San'ê bi lehiyê re tevlî ava bin erdê û behrê dibin û li gel vê Berdevkê NKP'ê Erkan Demir jî dest nîşan kir ku, bermayiyên kromê yên tevlî ava bin erdê û zeviyên çandiniyê dibin, bi riya nebatan re madeyên kanserojenê li Tirkiyeyê belav dikin.

Li Taxa Kazanli ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê, fabrîkaya Pêkhateyên Kromê ya Soda Sanayî Kromsanê jehriyê dipeşikîne. Têkildarî fabrîkaya ku ji sala 1984'an de dixebite heta niha tu vekolîn nehatine kirin û her wiha tê diyarkirin ku, bermayiyên kromê yên li baxçeyê fabrîkayê ser wan bi brandayekê hatiye nixumandin jî, bi lehiya ku di 29'ê Kanûna 2016'an li Mêrsînê rabû tevlî behrê bûne. Niştecihên Taxa Kazanliyê, diyar kirin ku bi salan e bermayên li bacçeyê fabrîkayê hatine komkirin, piştî her baranê tevlî axê û behrê dibin û diyar kirin ku, li fabrîkayê vekolîneke tenduristiyane nepêkan e.

‘DEMA BERMAYIYÊN HEHRÎ NEHATIN ÎMHAKIRIN, VÊ CARÊ LI HUNDRUÊ FABRÎKAYÊ HATIN DEPOKIRIN'

Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê (NKP) a Mêrsînê Erkan Demir, têkildarî fabrîkaya ku berê jî gelek caran bi bûyerên pençeşêrê yên li herêmê ket rojevê axivî û balê kişand ser zêdebûna asta bermayiyên jehrî yên Krom San'ê. Demir, anî ziman ku Fabrîkaya Krom San'ê ya di sala 1984'an de dest bi hilberandinê kiriye, heta sala 1995'an beramberiya her toneke berên kîmyewî, 3 ton û 220 kîlo Cr6 (Krom 6) bermayiyên jehrî hildiberandiye.

Demir, balê kişand ser kêmkirina bermayiyên kromê yên ku Krom San'ê piştî salan hewl da kêm bike û wiha domand: "Kêmkirina ji sala 1995'an dest pê kir, heta sala 1998'an beramberiya toneke ber daket 2 ton û 240 kîlo, ji sala 1998'an ve jî beramberiya tonek berên kîmyewî bermayiyên bixetere daket ton û 200 kîloyî. Li gor wezaretê, li gel başkirin û kêmkirinê jî, ji bo tunekirina bermayiyên talûke yên ji salên berê mayî heta niha tu rê û rêbaz nehatiye dîtin û ji ber vê yekê ji sala 2000'î ve jî ji bo bi temamî bermayî bên tunekirin biryara li fabrîkeyê depokirina bermayiyan hat dayîn. Bi vî awayî ji bo tevdîrgirtinan milyon û 500 hezar ton bermayî ser wan hat girtin û li hundurê fabrîkeyê hatin depokirin. Lê bermayiyên ku li fabrîkeyê hatine depokirin, niha di navbera 6-8 milyon tonî de ye."

‘BI BARANÊ RE TEVLÎ BEHRÊ Û AVA BIN ERDÊ DIBE'

Demir, ragihand ku di sala 2001'î de piştî di behrê de mirina kosiyên Caretta Carettayê pêk hat, bermayiyên kromê ketin rojevê û got, Serokê Şaredariya Kazanê yê wê demê Kenan Yildirim doz vekiribû û di vê dozê de derket holê ku li herêmê ava bin erdê qirêjî bûye û doz bi ser ket. Demir, dest nîşan kir ku her çi qas 15 sal derbas bûbe hîn jî heman pêvajoya heman depokirin û hilberînê didome û bi vê re her diçe rîsk zêde dibe. Demir, dest nîşan kir ku bi lehiya di 29'ê Kanûnê de li Mêrsînê rabû, ev bermayiyên kromê rîskeke mezin dane der.

‘JI BO JIYANÊ RÎSKEKE MEZIN E'

Demir, dest nîşan kir ku rîska behsa wê tê kirin divê dem bi dem bê pîvandin û got, li gel der barê vê de gelek xebat hene jî, lê tê paşguhkirin û wiha domand: "Em vê baş dizanin ku, ev bermayinên evqas zêde li kuderê tên depokirin bila bên depokirin, lê dîsa jî dê ji bo jiyana li herêmê rîskeke mezin bide der. Li xwezayê krom tevî pêkhateyên Cr2 (krom 2) û Cr3 (krom 3) tên dîtin. Tu xesara van pêkhateyan ji bo giyaneweran tune ye. Lê kroma li Krom San'ê tê bikaranîn, Cr6 (krom 6) a li xwezayê nayê dîtin derdixîne holê. Bermayiya Cr6 (krom 6), di cîhana zanistê de bi awayekî zelal wek madeyekê tê nîşandan."

‘MADEYA KANSEROJEN TEVÎ NEBATAN LI TIRKIYEYÊ BELAV DIBE'

Demir, dest nîşan kir ku beşek bermayiyên fabrîkayê yên 30 salî jî bi awayekî nepen li Mêrsînê hatiye depokirin û wiha domand: "Tê zanîn ku bi riya depokirinên qaçax li Mêrsînê tê belavkirin. Her wiha ev bermayî ji bo zeviyên çandiniy jî rîkeke mezin in. Bi awayekî derbasî heywan û nebatan dibe. A rast bi vî awayî bi hilberandina hêşînahiyan li temamiya Tirkiyeyê belav dibe. Bi şiliya li herêmê, barana ku dikeve fabrîkeyê tu bikî nekî bandorê li qadên depoyî jî dike. Li gel vana hemûyan jî Krom San ji aliyên hin kesan ve tim tê parastin."