Li gel hemû astengiyan jî bênavber navçeyê hêşîn dikin

AMED - Şaredariya Erxeniyê ya DBP'î ku hemû rayeyên wê dewrî qaymeqamtiyê hatine kirin jî, bi derfetên xwe bênavber xebatên xwe didomîne. Şaredarî, di çarçoveya fealiyetên çêkirina qadên jiyana civakî yên alternatîf de pêşnûmaya xwe ya "Qada Park û Bajarê Botanîk" ku li Amedê di qada xwe de yekemîn xebat e, temam kir û berpêşî xizmeta gel kir.

Li Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartinan de ji 17 şaredariyan 15 jê bi dest xistibû. Ji van şaredariyan 10 jê qeyûm tayînî wan hatin kirin. Şaredariyên mayî jî, rayeyên wan ji aliyê Walîtiya Amedê ve dewrî qaymeqamtiyên navçeyan hatine kirin. Yek ji van şaredariyên ku rayeyên wê dewrî qaymeqamtiya navçeyê hatiye kirin jî, Şaredariya Erxeniyê ye, ku ev nêzî salekê ye ji hevşaredarên wê Aygun Taşkin girtiye. Şaredariyê navçeyê li gel hemû astengiyan jî pêşnûmayên ku amade kiribûn dixe meriyetê. Şaredariyê di encama hewldanan de çêkirina Qada Park û Bajarê Botanîk temam kir û berpêşî xizmeta gel kir. Her wiha şaredariyê sala çûyîn jî di çarçoveya fealiyetên çêkirina qadên jiyanê yên alternatîf de 3 park çêkiribûn û berpêşî xizmeta gelê navçeyê kiribûn. Li navçeyê qada hêşînahiyê berê 25 hezar metrekare bû, lê şaredariya DBP'î ji di sala 2015'an de 95 hezar metrekareyê din jî li vê qadê zêde kir û li navçeyê miqdara qada hêşînahiyê derxist 120 hezar metrekareyê.

BÊHNA NAVÇEYÊ DERKET

Bi temamkirina Qada Park û Bajarê Botanîk a bi giştî 5 hezar metrekare ye, li navçeyê miqdara qada hêşîn heta niha bûye 125 hezar metrekare. Li parkê gelek nebatên cuda hatin çandin. Li gel darên mezin, bi deham cureyên kulîk û darên bi dîtbariya xwe xwedî estetîkekê ne park hat dewlemend kirin. Li zemîna parkê bi awayekî zêde repin û kulîlk hatin çandin û bi vî awayî bikaranîna betonê hat kêmkirin. Li parka hat temamkirin, li gel çandina repin û kulîlkan kûleyeke saetê, fîgurên heywanan, fîkiyeyên avê yên bironahî, perdeyên avî, bank û ji bi welatiyên berasteng nêrdewanên otantîk û her wiha riyên meşê jî cih digirin.

Bi temamkirina Qada Park û Bajarê Botanîk, ji 7 parkên ku berê hatibûn weadkirin 4 jê berpêşî xizmeta gel hatin kirin. Bi vî awayî qada 200 hezar metrekareya ya ji bû hêşînahiyê hatibû plankirin, 100 hezar metrekareya wê hat temamkirin.

‘PIŞTÎ DIBISTANÊ EM DEMA XWE LÊ DERBAS DIKIN'

Xwendekarên lîseyê Ece Aygun û Rojda Alp Altun jî wiha diyar kirin: "Piştî dibistanê ji bo em li gel hevalên xwe dema xwe derbas bikin pêdiviya me bi qadeke wisa hebû û bi vî awayî ev pêdivî bi cih hat."

‘BÊHNA BAJAR DERDIXÎNE'

Li parka ku ciwan û jin demên xwe lê derbas dikin, ji wan kesan yek jê Didem Şişkin wiha axivî: "Li navenda bajêr hebûna tiştekî wisa zaf baş e. Hem di warê dîtbarî hem jî di warê tenduristiyê de zaf girîng e."

Şişkin, got li navenda bajêr hebûna qadeke wis aya hêşînahiyî ji bo wan şensek e û wiha got: "Wek jinan em li kafeyan rûnanên. Hebûna qadeke wisa ji bo me zaf baş e. Bêhna bajêr derdixîne."