Li Dibistana Xwezayê ya Seferîhîsarê tu cudakarî nayê kirin

ÎZMÎR - Li Dibistana Xwezayî ya Seferîhîsarê ku Komeleya Xwezayê li Gundê Orhanli ya Seferîhîsarê vekiriye tu cudahiya ziman, bawerî, zayendî û nijadî nayê kirin û her tişt wekî hev e.

Komeleya Xwezayê li Gundê Orhanli yê Navçeya Seferîhîsara Îzmirê di sala 2014'an de bi hevkariya Şaredariya Seferîhîsarê Dibistana Xwezayê ya Seferihisarê vekir. Welatiyên gundê Orhanli û navçeya Seferîhîsarê li gel koma Biratiya Alakir Nehrî hunermend, lêkolîner û kesên rewşenbir bi rêbaza îmecê li Gundê Orhanli Dibistana Xwezayê vekirin. Li vê dibistanê bêyî cudahiyê têxin nava ol, bawerî, raman, ziman, zayend û nijad perwerdehî tê dayîn.
Dibistan li ser 6 dolim hatiye avakirin. Dibistana Xwezayê ya Seferîhîsarê li avahiya dibistanek berê xizmeta perwerdehiyê dide. Avahiya dibistanê ku li ser 300 metrekare hatiye avakirin di sala 1920’an de bi kevirên kagir hatiye avakirin. Li dibistanê beşa amfî ya 150 kesan heye. Wekî Dibistana Çûkên Ruyê Erdê, Dibistana Çandinî, Kerpîç, Kopuz, Wêne, Xweza, Zeytûn, Av û û gelek beşên din wekî kurs tên dayîn. Sînor û baxçeyên dibistanê wekî qadên pêkanînê tên dayîn.

Berpirsiyarê Dibistanê Kemal Kolçak, têkildarî pêdiviyên dibistanê û perwerdehiyê diyar kir ku ew hemû pêdiviyên dibistanê ji xwezayê temîn dikin û wiha got: "Êm bêtir rêbaza çiraq û pispor esas digirin. Her sal 10 dibistanên çiraqiyê tê vekirin. Ji bo xebatên perwerdeniyê tu heq nayê xwestin.

HER BERHEMEK Û XWEDÎ ÇÎROKEK E

Kolçak, anî ziman ku ew tu zexîreyan wekî herhemên berxuriyê nabînin û her yek xwedî çîrokek e. Dema ku em van berheman digirin dest bêyî ku em zerarê bidin berhemek din em bikar tînin. Em bi rêbazên kevneşopî di afirînin. Em îlac û gubreyên xwezayî bikar tînin. Li vê dibistanê cudakariya zayend, bawerî, raman, ziman û çandê nayê kirin. Em li dijî çanda global a tune dike û winda dike çanda xwezayî pêş dixin. Li dijî pergala hiyerarşik,cudakar, zorkar, sparî perwerdehiya fêrker, hevkar, alîkar û hêsanker bikar tînin. Rêgeza vê dibistanê de di nava piraniyê de yekîtî ye. Li vê dibistana xwezaye wekî çemê diherike, ewrên dimeşin, bayê tê û u sewal, daristan û çolên bê sînor esas digire. Bi hezar salan bi hezaran zindî di nava xwezayê de bêyî hev tune bikin û zerar bidin hev jiyan. Em dixwazin vê çanda ku hev xurt dike û diparêze pêş bixin û derbasî nif û şirnên din bikin."

Koçak herî dawî wiha got: "Dibistana Xwezayê li dijî talankirin, wêrankirinê, têkoşîna parastina xweza û hebûnêye."

Gokhan Oner - dîhaber