ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Yeşiller ve Sol Gelecek Naci Sonmez, têkildarî referandumê û xebatên xwe agahî da û diyar kir ku bersîva wan a li dijî guhertina Qanûnê "Na" ye.
Hevberdevkê Partiya Yeşiller ve Sol Gelecek, Nacî Sonmez, têkildarî xebatên xwe yên referanduma 16'ê Nîsanê li Navenda Çandê ya Turkan Soyulan a girêdayê Navçeya Konakê daxuyanî da. Di civînê de Hevberdevkê Partiyê Naci Sonmez û gelek kesên din amade bûn. Sonmez, diyar kir ku bi îlaha OHAL'ê re binpêkirina mafan derket asta herî jor wiha got: "Îktidarê li dijî azadî, wekhevî, ekolojî û laîkê ji bo berjewendiyên xwe dixwaze qanûnek li gorî xwe ava bike. Sonmez, anî ziman ku AKP îdîa dike ku Qanûna Bingehîn a 12'ê îlonê diguherîne, lê di rastiya wê de bêtir otoriter û hikumxwar e û wiha got: "Em ji vê qanûnê re dibêjin Na. Ji bo aştî, jiyanek aram û bi ewle, pêşerojek bi hevî, aştî û em dibêjin Na. Em ji bo daraza serbixwe, demokrasî, ekolojî, laîk, jiyanek wekhev dibêjin "Na"."