ÊLIH - Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di warê qirêjiya hewayê de Êlih, li Ewropayê di rêza 2'yemîn, li Tirkiyeyê jî di rêza 1'emîn de ye. Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Recep Kavuş, got sedema herî mezin a qirêjiyê, berbelaviya gazên petrolê ye.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduritiyê ya Cîhanê (WHO), li Ewropayê Êlih bajarê herî qirêj ê duyemîn e. Di rêza ewil de jî bajarê Kalkandelen (Tetovo) yê Makedonyayê ye. Di rêza bajarên herî qirêj de 8 bajarên Tirkiyeyê hene. Li gor rapora qirêjiya hewayê, ji Tirkiyeyê Êlih, Colemêrg, Dîlok, Sêrt, Afyon, Karaman, Îdir û Isparta di nav 10 bajarên ewil de cih digirin. Li gor pîvanan, kesên li van bajaran dijîn ji sedî 80 di sînorê şert û mercên talûke de jiyana xwe îdame dikin.
‘GAZÊN JEHRÎ YÊN PETROLÊ HEWAYÊ QIRÊJ DIKIN'
Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Recep Kavuş, dest nîşan kir ku di rapora WHO'yê de ev rewşa Êlihê ew neheyirandine û wiha got: "Ev 16 sal e me Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê bi vê mebestê ava kiriye. Îro li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tenê partîkul esas hatiye girtin, halbûkî li Êlihê tenê ne P2, di warê gazên jehrî de xetereyeke cidî heye û em vê di her qadên jiyanê de hîs dikin. Ji ber Êlih bajarekî petrolê ye, ji ber derxistina petrol û hilberîna wê gazên jehrî tevlî hewayê dibin. Ji ber vê yekê ye ku di her warî de qalîteya hewaya Êlihê kêm e."
‘ŞEWITANDINA PIRÊZEYAN, BETONARMEYEKE LEZGÎN...'
Kavuş, got cihê Êlihê lê ye di warê sîrkulasiyona hewayê de cihekî neguncan û birîsk e û faktorên dibin sedema qirêjiya hewayê wiha rêz kirin: "Bajarvaniyeke çelexwarî, şewitandina pirêzeyan, betonarmeyeke lezgîn, kêmaniya qadên hêşîn, trafîka li nav bajêr û duxanên egzozan tenê hin faktor in. Her wiha li Êlihê ji ber germkirinê jî qirêjiyek çêdibe."
‘DIVÊ RAFÎNERIYA TUPRAŞÊ VEGUHÊZÎNIN DERVEYÎ BAJÊR'
Kavuş wiha got: "Heke wek berê ji bo germkirinê komir, fuel oîl û tiştên din bihatanan bikaranîn, belkî niha mirov ji ber qirêjiyê nikaribûnan derkevin derve." Kavuş pêşniyarên xwe wiha rêz kirin: "Beriya her tiştî divê li Êlihê jîngeh li cihên bilind bên çêkirin, divê ji bo îmarê destûra zeviyên çandiniyê yên baş neyê dayîn, divê destûra çêkirina avahiyên riyên hewayê digirin neyên dayîn, divê kesên hawirdorê qirêj dikin rastî mueyîdeyeke cezayî bên, divê Çemê Îluhê bê islahkirin, divê li bajêr qadên hêşînahiyê bên çêkirin, divê Rêhesin û Rafîneriya Tupraşê veguhezînin derveyî bajêr."