NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandariya Giştî ya Artêşê û rayedarên hikûmetê di rojên dawî de bê navber daxuyaniyan didin û diyar dikin ku “El Bab xelas bû" Lê li Babê hêj şerê nava bajar dest pê nekiriye. Ev yek jî pirsa bi rastî Bab ji DAİŞ'ê hat paqijkirin û Bab Xelas bû? tîne hiş û aqilan. Li gorî çakaniyên herêmê yên Babê rewş cuda ye.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û rayedarên hikûmeta Tirkiye heta niha gelek daxuyanî der barê operasyonên Babê de dan. Di rojên dawî de hikûmet û rayedarên artêşê li ser hev daxuyaniyên der barê Babê de dide û diyar dikin ku "El Bab xelas bû" Daxuyaniya herî dawî ya TSK'ê jî bi vî rengî ye. TSK’ê di 24'ê tebaxa 2016'an de bi navê "Mertalên Firatê" li herêma Cerablusê operasyon da destpêkirin û piştî demekê berê xwe dan herêma Babê. Li gorî çavkaniyên herêmî dijberî gotinên hikûmet û artêşê ên “El Bab xelas bû" cuda ne û nîşan didin ku hêj şerê li Babê dest pê nekiriye.
Ji rayedarên artêşê agahiyên cuda û bi nakok tên. Serokomar Erdogan hêj di 23'ê Kanûnê de got “El Bab xelas bû xelas dibe" Piştre got înşallah dê di demek nêzîk de xelas bibe. Herî dawî di 27'ê Çile de di vegera Gera Efrîqa de got “Divê li El Babê bêtir em biçin nava bajar."
Erdogan herî dawî piştî civîna 23-24'ê çile ya Astana a têkildarî “Krîza Suriye" civîna çapemeniyê pêk anîbû daxuyaniyên xwe guhertin. Bi taybetî pişti civîna Astana helwesta Tirkiye ya li hemberî otoriteya Rejîma Sûriye hat guhertin û Tirkiye otorîteya Rejîma Sûriye qebûl kir.
YEK JI KURTULMUŞ YEK JI ERDOGAN GOTINA DAWÎ AKAR GOT
Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, di 11'ê Sibatê de got “Mertalên Firatê piştî Babê dê bi dawî bibe" Piştî daxuyaniya Kurtulmuş Erdogan di ziyareta Bahreynê de got "Rawestîna pişti El Babê... Tiştekî wisa nabe" û li dijî gotina Kurtulmuş derket. Piştî Kurtulmuş û Erdogan Serfermandarê Giştî yê Artêşê Hulusi Akar, li paytextê Katarê Doha daxuyanî da û got: “Çavê me ronî Operasyona El Babê xelas bû" û gotina dawî ya der barê Babê de got. Ev ji bo Tirkiye bû destpêka dawiyê
TSK BÊYÎ TÊKEVIN BABÊ DEST VALA VEDIGERIN
Piştî daxuyaiya Akar çavkaniyên herêmê diyar kirin ku leşkerên TSK û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) hêj Girê Şêx Akil ê bakurê Babê derbas nekiriye. Çavkaniyan anîn ziman ku komên TSK'ê û OSA yên di nava rojê de pêşve diçûn di nava şevê de gelek leşkerên wan hatin kuştin. Çavkaniyan wekî daxuyaniya Akar anîn ziman ku TSK'ê bêyî Babê bistînin paşve vekişiyan.
BAB DI KONTROLA DAÎŞÊ DE YE
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku hêj Bab ji DAÎŞ’ê xelas nebûye û hêj di kontrola DAÎŞ'ê de ye. Çavkaniyan anîn ziman ku karê komên TSK û OSO li Babê xelas bûye û dest bi vegerê kirine. Çavkaniyan anîn ziman ku niha hêza serdest a li Babê leşkerên Rejîmê hene û TSK bêyî têkeve nava Babê û beyî DAÎŞ’ê paqij bike vedigere.
HESABÊ CENEVREYÊ
Hat zanîn ku Turkiye xxwestiye bi kartan beşdarî civîna Cenevre ku di dawiya meha Sibatê û destpêka Adarê de pêk bê bibe. Hat zanîn ku Tirkiye Bab radestî Rejîmê kiriye û paşve kişiya ye. Hat zanîn ku ji ber vê yekê Tirkiye pêdivî bi aşkerekirina leşkerên ku li Babê hatine kuştin û sedema ku beşdarî Cenevreyê bibin dibîne. Beriya Cenevre hem hêzên Rejîmê û hem jî îktîdara Tirkiye “Li ser DAÎŞ'a ku li Babê xelas nabe" dê qertên xwe bilîzin.
LI ŞAM Û RIHA CIVÎN PÊK ANÎN
Têkildarî daxuyaniya Serfermandar Akar îdîayek girîng derket holê. Li gorî îdîayê piştî civîna Astana ya 23-24'ê Çile di navbera Tirkiye û rayedarên rejîmê de li Şam û Rihayê civîn hatine lidarxistin. Hat zanîn ku di civînan de li hev kirine û Tirkiye qebûl kiriye ku paşve vekişe. Hat zanîn ku Tirkiye xxwestiye ku kantonên kurdan nebin yek. Lê hêza rejîmê jî diyar kiriye ku dê eşîrên girêdayî xwe li vir bi cih bike.
DYA DÊ PROJEYA EWLEHIYÊ AVA BIKE
Li milê din DYA armanc dike ku li milê Şehba "Herêma Ewle" ava bike û rayedarên Federasyona Sûriyeya Bakur tevli Cenevre bike. Hat zanîn ku Rusya jî piştgiriyê dide vê projeyê.
Ev jî nîşan dide ku gotinên rayedarên Tirkiye yên dawî ku di gotin “Piştî Babê Minbic û Reqqa heye" bi vê projeya DYA û Rûsya bi avê de diçe.