Xebatkarên şaredariyan ên hatine îxraçkirin bi pirani yên DBP’î ne

AMED - Bi biryaranameya KHK’ê ku di çarçoveya OHAL’ê de hatiye derxistin, beriya niha qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatibûn kirin û bi giştî 748 xebatkarên şaredariyê ji peywirê hatin îxraçkirin. Di nava kesên li Amed û Mêrdînê ji kar hatine dûrsitine de cigirên hevşaredar û midûrên daîreyan jî hene.

Bi biryarnameya KHK’ên di çarçoveya OHAL’ê de hat weşandin bi hezaran kes ji karên xwe hatin îxraçkirin û hedefa bingehîn a biryarnameyê tayînkirina qeyûmên şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû. Ji şaredariyên DBP’ê yên ku beriya niha bi biryarnameyê qeyûm hatibûn tayînkirin bi giştî 748 memûrên bi peyman û kadro ji peywira xwe hatin dûrxistin.

Ji şaredariyên DBP’ê yên li Sêrt û navçeyên wê 57, ji şaredariya Colemêrgê û navçeyê wê 47, ji Şirnex û navçeyên wê 20, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 6, ji Êlih û navçeyên wê 3, ji Îdir, Bedlîs, Erzirom, Qers û Mûşê jî 17 personel ji karên xwe hatin durxistin, her wiha ji şaredariyên DBP’ê yên Amed û Mêrdînê jî 604 kes ji kar hatin durxistin.

Ji şaredaiyên navçeyên Amedê bi giştî 184 karkerên bi peyman û kadro ji kar hatin durxistin û ji şaredariyên navçeyê jî gelek cigirên hevşaredaran û midûrên daîreyan ji kar hatin durxistin. Ji Şaredariya Sûrê ya ku beriya niha qeyûm hatibû tayînkirin cigirên hevşaredaran Huseyîn Kaya û Mehmet Alî Altinkaynak, Midûrê Perwerdê û Çavkaniya Mirovan Nîhat Çîftçî û Midûrê Karkerên Paqijiyê Mehmet Aslan ji karên xwe hatin durxistin.

Ji Şaredariya Peyasê ku bi dehan kes ji kar hatin durxistin jî, cigirên hevşaredaran Mehmet Kan, Mahmut Buyukbayram, Aydin Bolkan, Îhsan Avci û Mustafa Demîr ji peywirên xwe hatin durxistin. Her wiha di şaredariyê de Midûrê Xizmetên Malî Emrullah Gorcuk, Midûrê Karên Nivîsan Hasan Savur û Midûrê Avakirin û Bajarvaniyê Hayrettîn Caymaz ji peywirê hatin durxistin.

Li Şaredariya Yenîşehîrê jî, cigirên hevşaredaran Şefîk Turk û Midûrê Karê Nivîsan Kutbî Erkaplan ji kar hatin durxistin. Li Şaredariya Rezanê cigirên hevşaredaran Mutahîr Karakuş û Nejla Akdemîr ji kar hatin durxistin.

Ji Şaredariya Sêrtê ku beriya niha qeyûm hatibû tayînkirin cigirê hevşaredaran Evîn Akgul Ateş û Cigirê Hevşaredarên Dêrsimê Îbrahîm Kasun jî ji kar hatin durxistin.

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê hat kirin û Hevşeredar Ahmet Turk ji peywirê hat girtin, bi biryaranameya KHK’ê 420 xebatkarên şaredariyê ku di nava wan de serokên daîreyan, midûr, cigirên midûran û xebatkarên li navçeyan hene ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ji kar hatin durxistin.