Kovara Girgir hat girtin

STENBOL - Kovara Girgir ji ber karikaturê di hêjmara xwe ya dawî de weşand hat girtin.

Kovara Girgir ku yek ji kovarên qerfî ya herî zêde tê firotin, hat girtin. Kovara qerfî Girgir, ji ber karîkatorê bi navê "Musa" di hêjmara xwe ya dawî de weşand hat girtin. Girgir piştî hat girtin, gelek xwînerê wê pertek nîşan dan. Rêveberiya Kovara Girgir di hesabê twitterê yê kovarê de got "Ji ber bêxewî û westanê berî ku em çap bikin me ev karîtatorê ‘berbat’ ferq nekir û ji ber vê yekê em ji hemû kesên me ew aciz kirine lêborînê dixwazin

Parêzerê Kovarê jî diyar kir ku Kovara Girgir, di hêjmara xwe ya dawî de karikaturekî nexweş belavkir. Ji ber vê yekê weşanê biryar da ku hemû xebatkarên Girgir ji kar derxe û dawî li weşana girgir bîne. Parêzer anî ziman ku ew bawer dikin ku bi armanca fîrmayê têxe rewşek xerab kesên ku nîyeta wan xerab ev karîtatur weşandine û kovarê bi nêtek xerab ev karîkatur ne weşandine.